HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dron hatin xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li qada Zapê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 2 dron hatin xistin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li qada Zapê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 2 dron hatin xistin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de, ev hûrgûlî hatin dayîn:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
6’ê Mijdarê di saet 09.56’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
8’ê Mijdarê di saet 09.40’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.
8’ê Mijdarê di saet 14.00’an de bi çekên ferdî 2 dronên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;
6,7 û 8’ê Mijdarê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
6 û 7’ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Hawar, Sinînê û Berbizinê yên herêma Xakurkê 6 caran, qadên Mam Nêçîr, Mijê û Mêranê yên herêma Garê 3 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran, qada Girê Roj a herêma Qendîlê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Dergelê ya herêma Metînayê carekê; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
6, 7 û 8 Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 29 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 6 caran; bi giştî 35 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”