Li Bonnê amadekariyên meşa Kolnê didomin
Li Bonnê ji bo tevlêbûna meş û mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin xwaringeh, qehwexane, kargeh û malên welatiyan hatin ziyaretkirin.
Li Bonnê ji bo tevlêbûna meş û mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin xwaringeh, qehwexane, kargeh û malên welatiyan hatin ziyaretkirin.
Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” wê dawiya hefteyê li Kolnê meş û mîtîng bû lidarxistin. Amadekariyên mîtînga Kolnê bêyî navber didomin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bonn ê Elmanyayê û bi beşdariya Serokê Giştî yê Tevgera Alimên Îslamî û Kurdistanî ya Hemden û Nûjen Hafiz Ahmet Turhallî, esnaf û malbat hatin ziyaretkirin.
Di serdanên esnafên Kurdistanî yên li navenda Bonnê de daxwaza beşdarbûna meş û mîtîngê kirin.
Li herêmên ku Kurd lê dijîn qehwexane, xwaringeh û kargeh yek bi yek hatin ziyaretkirin û banga tevlîbûnê hat kirin. Her wiha serdanên malan jî hatin kirin.
JINAN XEBATÊN TAYBET DIMEŞÎNIN
Tevgera jinan bi xebatên taybet ên ku li Bonnê dimeşîne balê dikişîne. Jin bi serdana malbatên Kurdistanî hem banga tevlêbûna meşê dikin û hem jî dixwazin hevgirtina civakî bê xurtkirin.
Jin bi taybetî serdana malbatên Kurd ên ji Rojava, Rojhilat û Başûr dikin. Di serdanan de girîngiya meşê ya ji bo azadiya Rêber Apo û mafên gelê Kurd vedibêjin.