Turkoglû: Divê jin di 25’ê Mijdarê de li dijî desthilatdariyê bibin yek deng
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê di 25’ê Mijdarê de li dijî her curê tundiya desthilatdariya AKP’ê, jin bibin yek deng.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê di 25’ê Mijdarê de li dijî her curê tundiya desthilatdariya AKP’ê, jin bibin yek deng.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî de bi jinên mexdûrên erdhejê yên li bajarên konteynir û konan a li navçeta Îskenderun a Hatayê dijîn re hat ba hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û endamêm partiyê bi Halîde Turkoglû re bûn. Di hevdîtinê de bal kişandin ser pirsgirêkên jinên mexdûrên erdhejê.
Di hevdîtinê de de destpêkê Halîde Turkoglû mafê axaftinê girt. Halîde Turkoglû anî ziman ku ew di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî de hatiye guhdarî jinan bike û êşên wan parve bike. Turkoglû anî ziman ku jin ji ber nasnameya xwe rûbirûyê tundiyê dimînin.
Halîde Turkoglû bilêv kir ku piştî erdhejê şêwazê tundiya li hemberî jinên li Hatayê, hatiye guhertin û got: “Jixwe di nava jiyana rojane de em jin rû bi rûyê tundiyê ne. Em têkoşîna wekheviyê dimeşînin. Em dixwazin ji bo azadiyê têbikoşin. Bi qadên me yên jiyanê re derdên me, pirsgirêkên me û şêwazê tundiya li dijî me jî hîn girantir dibe. Bi rastî jî li vî welatî cihêkariya li hemberî jinê, êdî veguheriye qirkirineke jinê. Yanî tenê di gotina cihêkarî de nayînin ziman, yan jî tenê bi polîtîkayên ku xistine meriyetê jinan ber bi xwekuştinê ve nabin. Di heman demê de wisa êrîş dikin ku qadên me yên jiyanê jî teng dikin. Dixwazin êdî jin behnê jî nestînin. Ez dizanim ku her tengasiyên hevalên me yên li vir, di rastiyê de ji polîtîkayên tundiyê cuda nînin.”
Halîde Turkoglû bal kişand ser pisgirêka hêwirînê ya jinên mexdûrên erdhejê û tundiya li ser wan û diyar kir ku li herêmên erdhejê keda jinan tê paşguhkirin. Halîde Turkoglû diyar kir ku ji jinan re tê gotin ku ‘vê rewşê qebûl bikin û li hemberî vê yekê dernekevin’ û da zanîn ku ew ê weke jinan profîla ‘jina maqûl’ û polîtîkayên tundiyê tu carî qebûl nekin û hemû aliyên tundiya dewletê eşkere bikin. Turkoglû bilêv kir ku mafê jinan ên jiyanî ji destê wan tê standin û got ku ew ê gotin û daxwazên jinên Hatayê ragihîne Meclîsê.
Halîde Turkoglû got ku dewlet budce û çavkaniyan ji bo şer û qirkirina jinan xerc dike û destnîşan kir ku divê jin li dijî şerî derkevin. Turkoglû bal kişand bi ser desteserkirina şaredariyan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Îro bi tayînkirina qeyûman mafên jinan ên welatîbûn û hilbijartinê tên binpêkirin. Em ê hemû bi hevre xwedî li îradeya xwe derkevin û bi hev re têkoşîna ji bo nasnameya azad bimeşînin.”