BI DÎMEN

‘Ger bi sed hezaran biherikin Kolnê em ê tecrîd ji Ewropayê bişkênin’

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di serdanên esnaf û malbatan de axivî û got: “Ger bi sed hezaran biherikin Kolnê wê ev tecrîda mutlaq ji Ewropayê bê şikandin.”

Amadekariyên meşa mezin a di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê di 16’ê Mjdarê de li Deutzer Werft a Kolnê bê lidarxistin, didomin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Munsterê, di çarçoveya amadekariyên meşê de serdana esnafan û malbatên bajarê Munster ê Elmanyayê kirin, belavok belav kirin û banga tevlîbûna meşê li gel kirin.

‘EM Ê TECRÎDA MUTLAQ JI EWROPAYÊ BIŞÎNIN’

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di serdana malbatan de axivî. Zumrut anî ziman ku Rêber Apo 26 sal in li greva Îmraliyê di bin tecrîda mutlakte dîl tê girtin û got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd em ê li Kolnê meşek li dar bixin. Weke hûn jî dizanin Rêber Apo 26 sal in li girava Îmraliyê dîl hatiye girtin. Bi taybetî di 4 salên dawî de li girava Îmraliyê tecrîdek pir giran tê meşandin. Ne malbat û ne jî parêzer nayên dîtin, tecrîdê girantir dikin. Rêber Apo di hevdîtina bi Omer Ocalan re kir, yekem gotina wî ev bû, ‘Tecrîd didome’. Belê, di encama têkoşînekê de Omer Ocalan bi Rêber Apo re hevdîtin kir, lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û pergala Îmraliyê ji têk çûye. Em jî di 16’ê Mijdarê de meş û mîtîngekê organîze dikin. Ger ev meş û mîtînga li seranserê Ewropayê bi hêz be û bi sed hezaran beşdar bibin, wê ji vê tecrîdê re bibe bersiv. Ger bi sed hezaran kes biherikin Kolnê, wê tecrîda Îmraliyê bikeve rojeva dewletên Ewropayê. Bi vê boneyê em serdana malbatên xwe dikin. Ger malbatên me xwe û derdorên xwe yên nêz bi rêxistin bikin, wê bi rastî bi sed hezaran kes biherikin Kolnê û bi yek dengî azadiya Rêber Apo biqîrin. Em ê ji Ewropayê vê peyamê bidin; em ê tecrîdê ji Ewropayê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

XEBATÊN MEŞÊ BI HEMÛ LEZA XWE DIDOME

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî anî ziman ku xebatên pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hemû leza xwe didomin û got: “Îro em bi hevseroka KCDK-E, hevrêyên xwe yên jin û endamên Meclîsa Munsterê re bi roj çûn serdana esnafan. Em ê êvarê jî serdanên malbatan pêk bînin. Di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de em ê sibê li Osnabruckê esnafan ziyaret bikin. Divê gelê me di 16'ê Mijdarê de biherike Kolnê."