Li Bagcilarê berteka li dijî qeyûman: Werin têkoşîna hevpar berfireh bikin
Li Bagcilar ê Stenbolê di çalakiya darbeya qeyûman de peyama berfirehkirina têkoşîna hevpar hatin dayîn.
Li Bagcilar ê Stenbolê di çalakiya darbeya qeyûman de peyama berfirehkirina têkoşîna hevpar hatin dayîn.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê, bi beşdariya gelek kesan li ber avahiyên navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê CHP’ê yê Bagcilar ê Stenbolê Caner Salma û saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê”, dovîzên “Her der Êlih e, her der berxwedan e" hatin hilgirtin û dirûşma “Qeyûm wê biçin em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bagcilarê Nurten Varlik diyar kir ku ew her roj bi darbeya qeyûman şiyar dibin û destnîşan kir ku desthilat bi polîtîkaya xwe ya qeyûm derbe li demokrasî û aştiyê xistiye. Nurten Varlik destnîşan kir ku divê demildest dawî li qeyûman bînin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî qeyûman kir.