Dîplomatê Rûs: Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê wê kêrî ‘cîhadistan’ bê

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Pûtîn diyar kir ku operasyona leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, ev wê kêrî pêkhateyên cîhadist bê.

Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn Aleksandr Lavrentyev piştî civîna 22’yemîn a Astanayê axivî û diyar kir ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê wê ji aliyê Moskovayê ve nayê qebûlkirin.
Lavrentyev ji Sputnikê re axivî û li ser pirsa 'Moskova li operasyoneke leşkerî ya nû Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê bê destpêkirin çawa dinêre?' wiha bersiv da: "Em vê yekê qebûl nakin, me ev yek gelek caran anî ziman. Tevî her tiştî hêviya me ew e ku dewleta Tirk ji vê yekê paşde gav biavêje. Ji ber ku wê encamên xirab ên operasyoneke li Sûriyeyê ye hebin."
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Pûtîn anî ziman ku operasyona Tirkiyeyê wê rewşê çareser neke, tenê wê pirsgirêkê mezintir bike û wiha domand: "Krîza li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê û Xezeyê nehatiye çareserkirin û di van şert û mercan de operasyoneke muhtemel wê bandoreke xirap çêbike. Dibe ku rêxistinên wekî Heyhet Tehrîr Şamê (HTŞ) dikarin ji vê yekê sûd wergirin."
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di merasima 10’ê Mijdarê de axivî û sînyala operasyoneke nû ya dersînorî ya li Sûriyeyê da û got: "Bi izna Xwedê di heyama pêşiya me de em ê qadên kêmasiyên herêma ewle ku me seranserê sînorên xwe ava kiriye temam bikin."
Lavrentyev li ser pirsa 'Gelo wê Rûsya bi rêveberiya nû ya DYE'yê re li ser pirsgirêka Sûriyeyê biaxive yan na?' got ku di serdema serokatiya nû ya Donald Trump de, ew amade ne ku bi Washingtonê re derbarê Sûriyeyê de hevdîtinan bikin. Lavrentyev diyar kir ku heger Washington pêşniyarekê bike, Moskowa wê binirxîne û bi îhtîmaleke mezin wê bersiv erênî be.