Fatoş Saglamgoz li Arnhemê hat bibîranîn
Fatoş Saglamgoz a ku 21 sal berê ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir, li Arnhemê hat bibîranîn. Hevrêyên wê behsa bîranînên xwe yên bi wê re kirin.
Fatoş Saglamgoz a ku 21 sal berê ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir, li Arnhemê hat bibîranîn. Hevrêyên wê behsa bîranînên xwe yên bi wê re kirin.
Fatoş Saglamgoz (Sema)ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Apo di 11'ê Mijdara 2003’yan de li bajarê Goteborg ê Swêdê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin.
Nameya Fatoş Saglamgoz a beriya şehadetê nivîsandibû hat xwendin. Hevrêyên jin ên ku bi Sema Fatoş Sağlamgoz re têkoşiyan, bîranînên xwe yên bi wê re vegotin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.