Hollanda pêşniyara ambargoya çakan a li ser Tirkiyê erê kir
Hikumeta Holandayê, pêşniyara YE’yê ya ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyê qebûl kir.
Hikumeta Holandayê, pêşniyara YE’yê ya ji bo pêkanîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyê qebûl kir.
Li gorî nûçeya BBC’ê, çar partiyên siyasî yên ku koalîsyonê hikumeta Holandayê pêk tînin, ji ber hewldanên ji derveyî hiquqê yên li Rojhilatê Behra Spî, Lîbya û Qerebaxa Çiyayî, pêşniyara Yekîtiya Ewrûpa (YE) a pêkanîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyê qebûl kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Stef Blok diyar kir ku wê ji bo mijara ambargoya çekan a li ser Tirkiye ya bi wan re hevkarê NATO’yê, bi rêveberiya YE û hevpîşeyên welatên endam re bicive. Blok got, “Ez ê vê bi keyfxweşî bikin.”
Ambaroya li ser Tirkiyê ji aliyê hevkarên hikumetê Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD), Partiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDA), Partiya 66’an a Demokratan (D66) û Pariya Yekitiya Xirîstiyanan (CU) ve hate daxwazkirin.