Hişyariyên Elmanyayê ne xema AKP'ê ye: 3 mehan 100 civîn lidar xist

Li gel hişyariyên hikumeta Berlînê jî siyasetmedarên desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava sê mehên dawî de li Elmanyayê herî kêm 100 civîn lidar xistin.

Tê payin ku meha Gulanê li Tirkiyeyê hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê bêne kirin. Rêveberên payebilind ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku guh nadin qanûn û hişyariyên rêveberiya Berlînê, li Elmanyayê giranî da ser karên hilbijartinê.

Herî dawî civîna wekîlê Nevşehîrê yê AKP'ê Mûstafa Açikgoz a 13'ê Çileya 2023'an a li bajarê Neussê karên hilbijartinên yên AKP'ê yên li Elmanyayê xistibû rojevê. Eşkere bû ku karên hilbijartinê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji vê yekê gelekî zêdetir e.

Di hejmara îro ya rojnameya 'Welt am Sonntag' de ku rojên Yekşemê tê weşandin, li ser mijarê nûçeyek hate weşandin. Li gorî nûçeyê, ji meha Îlonê û vir ve gelek siyasetmedarên ji hikumeta Tirk li Elmanyayê zêdeyî 100 civîn/kombûn lidar xistin. Rojnamevan Eren Guvercîn ê li Kolnê belgeyên li ser civînê kom kir. Di nûçeyê de ku li gorî belgeyên van civînan hate amadekirin, wezîr jî di nav de gelek siyasetmedarên ji hikumeta Tirk beşdarî van civînan bûn.

Di van hilbijartinan de ku rojeva wan hilbijartin bû, propagandaya desthilatdariya AKP-MHP'ê hate kirin. Halbûkî di sala 2017'an de hikumeta Merkel a wê demê di dema referandûma li Tirkiyeyê de kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan a li Elmanyayê asteng kiribû, lewma bi Enqereyê re ketibû nava krîzê û karên hilbijartinê yên partiyên biyanî bi destûrê ve girê dabû û qedexe kiribû.

PIŞTÎ HIŞYARIYA DAWÎ JÎ CIVÎN HATIN LIDARXISTIN

Piştî ku Açikgoz ê AKP'yî li Neussê gefa kuştinê li Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan xwar, Wezareta Karên Derve ya Elman bang li Sefaretxaneya Bilind a Tirk kir û ji bo çalakiyên bi heman rengî dubare nebe hişyarî da. Lê belê li gel van hişyariyan jî di nava 10 rojên dawî de jî payebilindên AKP'î bi alîgirên xwe re li hev kom bûn.

Mînak, Wezîrê Çandiniyê yê Tirk Vahît Kîrîşçî ku ji bo fûara 'Hefteya Kesk' hat paytext Berlînê, gelek caran li qadên li raya giştî vekirî bi alîgirên xwe re li hev kom bû û li ser hilbijartinê axivî. Her wiha Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (UID) ku saziya lobî ya AKP'ê ya li Elmanyayê ye di 20'ê Çileyê de civînek bi navê "Bernameya Sedsalê ya Tirkiyeyê" lidar xist û Kîrîşçî di vê civînê de qala sozên ji bo hilbijartinê kir.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Yasîm Ekrem Serîm ku ji bo danûstandinên fermî hefteya derbasbûyî hat Elmanyayê, Serokê Giştî yê ADUTDF Şenturk Dogrûyol jî di nav de bi şefên komên faşîst ên Tirk re rûnişt. ADUTDF ku saziyeke sîwanî ya neteweperestên Tirk e û weke dûvika MHP'ê xwe bi rêxistin dike, ji aliyê Rêxistina Saziya Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê ve ku saziya îstîxbarata navxweyî ye weke 'xetere' tê pênasekirin û tê şopandin.

ANF | Hişyariya hikûmeta Elman beriya hilbijartinên Tirkiyeyê (anfkurdi.com)