Hinceta 'sira dewletê' li pêşiya edaletê asteng e

Di panela online de ya li ser komkujiya Parîsê hate lidarxistin, beşdaran destnîşan kirin ku ji bo ronîkirina komkujiyê û pêkhatina edaletê, divê hinceta 'sira dewletê' ji holê bê rakirin.

Di ser qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger re 8 sal derbas bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd, malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, gelê Kurd û dostên Kurdan ên li ber vê komkujiyê radibin dibêjin "Edalet ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla" û ji bo nepenîtiya bi hinceta sira dewletê ya li ser dozê bê rakirin, têkoşîna xwe dewam dikin.

Di çarçoveya lêpirsîna nû de, dadgerê dozê 20'ê Gulanê bi malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re axivî. Dadger di hevdîtinê de ji malbatan re got, li gel serlêdana li servîsên îstîxbaratê yên navborî, di mijara rakirina netepenîtiya bi hinceta sira dewletê hatiye danîn, hîn gavek nehatiye avêtin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi banga rakirina 'sira dewletê' heta niha gelek çalakî li dar xistiye. CDK-F ku ji roja destpêkê ve bûyerê dişopîne, têkildarî heman mijarê bi beşdariya Remî Fraund, serokên Komeleya France-Kurdistan û Komeleya Dostaniya Kurd a Bretagneyê, doh li ser Zoomê panelek li dar xist.

Beşdarên panelê Agît Polat, Sylvie Jan, Andre Metayer, Remi Feraud û parêzer Jean Louis Malterre, rojnamevan Christophe Ayad li ser pêvajoya hiqûqî ya piştî 8 salan, rola servîsên veşartî yên Tirk di komkujiyê de axivîn û destnîşan kirin ku biryara nepenîtiyê ya ku bi navê 'sira dewletê' dewam dike, li pêşiya edaletê asteng e.

Sylive Jan ku di heman demê de moderatorî ji panelê re kir, bi bîr xist ku ya hate kirin komkujî bû û got, "Ev yek ji bo welatê me cihê şermê ye. Di vê têkoşîna xwe de ya zor û zehmet, em bi tenê nebûn. Bi nava salan re têkoşîna me berfireh bû. Me hewl da têkoşîna rastî û edaletê timî bimeşînin. Ev têkoşîneke zehmet e û rêya me hîn heye." Piştî vê gotinê mafê axaftinê de parêzerê dozê Jean Louis Malterre.

'NÊZÎKATIYA ERÊNÎ YA DADGERÊ DOZÊ'

Malterre bi kurtasî bûyerên ji sala 2013'an ve têkildarî dosyayê diqewime, vegot û bi bîr xist ku bi mirina kujer Omer Guney re doza ku destpêkê hatibû vekirin hate girtin.

Malterre ragihand ku weke parêzerê malbatan di sala 2018'an de careke din gilî kir û sala 2019'an bi daxwaza ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê lêpirsîneke nû dest pê kir. Malterre anî ziman ku piştî vê gavê, dadgerek ji bo dosyayê hate wezîfedarkirin, lêpirsîn dewam dike û got, "Ji ber Covid bi derengî jî be dadgerê dozê 20'ê Gulanê hevdîtin bi malbatan re kir. Nêzîkatiya dadger erênî bû. Vê gavê di heman demê de nîşan da ku lêpirsîn dewam dike."

Dadgerê dozê, ji bo dosyayê hem ji Wezareta Parastinê hem jî ji Wezareta Karên Hundir xwest ku agahiyên li ber destê xwe parve bikin, lê belê Wezareta Parastinê bi hinceta 'sira dewletê ye' ev daxwaz qebûl nekir, Wezareta Karên Hundir jî hîn bersiv nedaye.

'SIRA DEWLETÊ LI PÊŞIYA DADGERIYÊ ASTENG E'

Malterre diyar kir ku têkildarî belgeyên bi mohra MÎT'ê ya li ser komkujiyê, dadger agahî ji hema wezaretan xwestiye, lê Wezareta Parastinê agahî parve nekiriye, Wezareta Karên Hundir jî hîn bersiv nedaye.

Malterre destnîşan kir ku çûyîna Sefîrê Tirk Îsmaîl Mûsa Hakki ji Fransayê tesadûfî nîne û got, "Dema ku komkujî hate kirin, ew navê duyemîn ê MÎT'ê bû. Lewma divê lê bê guhdarîkirin.  Me nêzîkatiya dadgerê dozê erênî dît."

'DIVÊ EDALET JI BERJEWENDIYÊN SIYASÎ RE NEBE QURBAN'

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Agît Polat jî di destpêka axaftina xwe de spasiya sazî û dostên Kurdan kir ku 8 sal in tevkariyê li vê têkoşîna wan dikin û got, "Em bi taybetî spasiya Şaredariya Parîsê ya 10'emîn dikin, ku hem her sal di merasîma bîranînê de pankartê bi avahiya şaredariyê ve dike, hem jî bîrdarî daniye ber avahiya komkujî lê hate kirin. Li nava Parîsê li pêş çavên tevahiya cîhanê sê jin hatin qetilkirin. Em bi pêvajoyeke edaletê re rû bi rû ne ku asê bûye. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re vê pêvajoyê bloke dike.

Ji bo xatirê berjewendiyên siyasî bi pêş ve naçe. Heta ku hêzên li pişt vê komkujiyê neyên darizandin, wê pêşî li liv û tevgera Servîsa Veşartî ya Tirk a li Ewropayê neyê girtin. Mînakên vê li Belçîka û Awûstûryayê qewimîn. Ev hewldan bi ser neketin lê belê destpêka vê pêvajoyê li Parîsê bû. Eger ji bo ronîkirina vê komkujiyê biryara nepenîtiyê bihata rakirin, li welatên din ên Ewropayê pêvajoyên bi vî rengî rû nedida. Bi hinceta 'sira dewletê' nabe ku ev pêvajo bê blokekirin."

Polat destnîşan kir ku pêknehatina edaletê dike ku hêzên komkujer bi hêsanî tevbigerin û got, "Nabe ku ev doz ji bo berjewendiyên polîtîk bê bikaranîn. Di heman demê de li ser Tirkiyeyê weke malzemeyeke şantajê tê bikaranîn. Rakirina biryara nepenîtiyê di heman demê de wê berpirsyariya Fransayê jî ji holê rake. 8 sal in malbat ti carî ji aliyê otorÎteran ve nehatin qebûlkirin. Ji bo hêrsa wan fêhm bike divê hikumet guh bide wan."

'HEWLDANÊN JI BO EDALETÊ WÊ DEWAM BIKIN'

Remi Feraud ku di dema komkujiyê de Serokê Şaredariya Parîsê ya 10'emîn bû û niha Senatorê Fransayê ye, wiha axivî, "Ez serokê şaredariya wê herêmê bûm ku komkujî lê hate kirin. Sibehê em bi şoqekê hişyar bûn. Ji wê rojê ve ji bo ronîkirina vê komkujiyê û ji bo jibîrnekirina komkujiyê em xebitîn."

Feraud diyar kir ku ji bo pêkhatina edaletê wê hewldanên xwe dewam bikin û got, "Hefteya bê ez ê ji nû ve pirsekê bikim. Ez ê pirsa 'Gelo dadgerê dosyayê dikare sira dewletê bide rakirin' ji Wezareta Edaletê û wezaretên pêwendîdar bipirsim. Ji bo mijar timî di rojevê de be ev pirs girîng e. Ji bo parlamenterên ji komên cuda yên li parlamentê têkildarî mijarê bikevin nava liv û tevgerê, ez ê hewl bidim."

TÊKOŞÎNA JI BO RASTIYÊ

Serokê Komeleya Dostaniya Kurd a Bretagneyê Andre Metayer jî destnîşan kir ku ji bo pêkhatina rastî û edaletê hewldanên wan dewam dikin.

Metayer got, "Em bi tetîkkêş zanin. Em zanin ku kîjan hêz li pişt komkujiyê ne. Divê biryara veşartî bê rakirin û yên komkujî plan kirine bên darizandin. Li vî welatî di sala 2013'an de komkujiyek hate kirin û hîn jî kes nehatiye darizandin. Ronîkirina vê komkujiyê ji bo malbatan, raya giştî û gelê Kurd gelekî girîng e. Di vê komkujiyê de rola Servîsa Veşartî ya Tirk heye. Ji bo ronîkirina vê jî edaleta welêt girîng e" û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê dewam bikin.

Nûçegihan Christophe Ayad ku hefteya derbasbûyî li ser mijarê li rojnameya Le Monde re nûçeyek amade kir, bal kişand ser operasyonên li Fransayê yên li dijî Kurdan.

Ayad anî ziman ku li gorî têkiliyên bi Tirkiyeyê re li dijî Kurdan li Fransayê operasyon tên kirin.

Ayad got, "Yên ku hatin kuştin jinên Kurd bûn. Ji xwe jinên Kurd di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê re li refên herî pêş in. Bi dîtina min, bersiva me ya ji bo jinên vî şerî dimeşîne, divê ew be ku biryara nepenîtiyê ya dewletê bê betalkirin û agahî bi dadgerê dosyayê re bên parvekirin." Her wiha diyar kir ku mijara bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya terorê' divê ji nû ve bê nirxandin.

Ji guhdarên panelê Serokê berê yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Francis Wurtz jî bi kurtî axivî û diyar kir ku hiştina PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê ya Ewropayê' gelek zextên li Ewropayê tên rewakirin û got, "Lewma divê têkoşîneke nû bê destpêkirin."

Di dawiya panelê de ku du saetan dewam kir, hate destnîşankirin ku têkoşîna heqîqet û edaletê wê bênavber dewam bike û guhdar hate silavkirin.