Hikumeta Fransayê feshkirina koma rastgirên tund xist rojeva xwe

Li herêma Pîrene ya Fransayê piştî ku komeke rastgirên tund êrîşî koçberan kiribû, hikumetê feshkirina koma bi navê Generatîon Îdentîtaîre xist rojeva xwe.

Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanîn ji bo berhevkirina hêmanên ji bo feshkirina komê ferman da.

Darmanîn diyar kir ku li herêmên Alp û Pîrene êrîşa koma nijadperest a li dijî koçberan ‘skandal’ e. Wezîr bal kişand ser vî tiştî ku heke hêmanên pêwist werin berhevkirin wê komê fesh bikin.

Wezîrê Karê Navxweyî cara pêşîn li pêşberî raya giştî koma bi navê Generatîon Îdentîaîreyê şermezar dike û qala feshkirina wê dike.

Hefteya borî li Lûchonê koma nijadperest êrîş biribû ser koçberan. Roja Sêşemê nêzî 30 rastgirên tund bi wesayîtan li herêmê ‘dewriye gerandibûn’ û ji bo ‘çavdêriya’ sînorê bi Îspanyayê re drone bi kar anîbûn.

Piştî vê bûyerê gelek parlementerên herêmê xwestibû vê koma rastgir û nijadperest were feshkirin.