Heyva Sor a Kurdistanê 31’emîn kongreya xwe lidar xist
Heyva Sor a Kurdistanê 31’emîn kongreya xwe bi tevlîbûna gelek kes li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê lidar xist.
Heyva Sor a Kurdistanê 31’emîn kongreya xwe bi tevlîbûna gelek kes li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê lidar xist.
Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê bi tevlîbûna rêveber, endam, kedkar û nûnerên saziyan 31’emîn kongreya xwe lidar xist.
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Heyva Sor a Kurdistanê-Elmanyayê R. Bîlgîn ve hat kirin. Di axaftinan de Bîlgîn behsa rol û mîsyona saziya Heyva Sor kir. Piştî axaftinê, dîwana Kongreyê hat hilbijartin û peyamên saziyan hatin xwendin.
Li gorî rojeva kongreyê rapora xebatên alîkariyê û rapora malî yên sala 2023’yan hate xwendin û li ser xebatên alîkariyê yên sala 2023’yan sînovîzyon hate nîşandan.
Di rapora xebatên alîkariyê de, hate diyar kirin ku Heyva Sor tevî saziyên hevkar di sala 2023’yan de gelek xebatên alîkariyê ji bo mexdûr û xizanên li Kurdistanê kiriye.
Li gorî vê xebatên hatine pêk anîn wiha hatin rêzkirin;
*Ji bo mexdurên erdheja ku di 19’ê Çileyê de li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê pêk hatibû 12 hezar 500 Euro hatiyê şandin.
*Ji bo mexdurên erdhejê ya ku di 6’ê Sibata 2023‘yan de li Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyeyê rû dabû; Heyva Sor a Kurdistanê tevî saziyên hevkar yên bi navê Roja Sor û Heyva Sor ên li Ewropayê, kampanyayek alîkariyê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 5 mîlyon 295 hezar Euro ji bo mexdurên li Bakurê Kurdistanê, 350 hezar Euro jî ji bo mexdurên Rojava bi giştî 5 mîlyon 645 hezar Euro hate şandin.
Bi van alîkariyên madî, ji bo mexdûrên erdhejê pêwîstiyên jiyanê wek kon, sobe, betanî, xurek, av, alavên paqijiyê, şîr û xureka zarokan û hwd. hatin standin. Ev alîkarî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê komîsyonên Heyva Sor, li Rojava jî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate belav kirin.
Her wiha Heyva Sor tevî saziyên hevkar ji bo mexdûrên erdhejê projeya konteyneran da meşandin û heya niha her konteynerek bi bihayê 3 hezar 700 Euroyî bi gîştî 500 konteyner bi mîlyonek 850 hezar Euroyî stend û radestî malbatan kir. Bi giştî 7 mîlyon 495 hezar Euro heya niha ji bo mexdurên erdhejê alîkarî hatiye kirin.
*Di çarçoveya kampanya ku bi dirûşmeya “Rojhilat ne bi tenê ye” dabû destpê kirin de, ji malbatên mexdûr û kesên birîndar ên li Rojhilatê Kurdistanê re 51 hezar 675 Euro hate şandin.
*Ji bo malbatên mexdûr ên li Başurê Kurdistanê 100 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo mexdûrên erdheja ku 9’ê Îlonê li welatê Mexrîbê (Fas) rû dabû, 10 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo penaberên li kampên Atînaya Yewnenîstanê 7 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo avakirina dibistanekê li wargeha Mexmûrê 20 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo şêniyên Şengalê yên ku ji kampên koçberan vegerîn cih û warên xwe 30 hezar Euro alîkariya madî hate şandin.
*Ji bo mexdûrên lêhiyê yên li gondê Sorik a girêdeyî bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê 22 hezar Euro alîkariya madî hate şandin û li malbatên mexdûr hate belavkirin.
*Di çarçoveya projeya berhevkirina fitre û zekatê ya meha Remezanê de; ji bo malbatên mexdûr ên li Bakurê Kurdistanê 200 hezar Euro alîkarî hate şandin.
*Bi wesîleya Cejna Qurbanê, bi bihayê 153 hezar Euro qurban li Bakurê Kurdistanê ji malbatên mexdûr hate belavkirin.
*Di çarçoveya projeya zarokan de, ji bo zarokên sêwî û bêkes yên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 865 hezar 270 Euro alîkarî hate şandin.
*Ji Weqfa Zarokan a li Bakurê Kurdistanê re di çarçoveya pişgiriya perwerdê de ji bo 130 zarokan di sala 2023’yan de 27 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo avakirina mala zarokên sêwî li Rojava 70 hezar Euro hate şandin.
*Di encama serlêdanên mexdûrê şer a sala 2023’yan de, ji bo dermankirin û peydakirina pêwîstiyên tenduristiyê, saziya me bi bihayê 139 hezar 275 Euro alîkarî şandiye. Bi van alîkariyên madî, nexweş hatin dermankirin, derman hatin stendin û protez hatin çêkirin.
*Ji Heyva Sor a Kurd a Rojava re ji bo xebatên tenduristiyê 38 hezar Euro alîkarî hate şandin.
*Ji bo projeya klînîka gerok li Şengalê 45 hezar Euro hate şandin.
*Ji bo Dayikên Aştiyê 7256 Euro hate şandin.
*Ji bo girtiyên nexweş ên li zindanên Tirkiyê 9240 Euro alîkarî hate şandin. Ango di sala 2023’yan de bigiştî 9 mîlyon 302 hezar 216 Euro alîkarî hatiye kirin. Delegeyan raporên xebat û maliyê erê kirin û soz dan ku ew ê di demên pêş de hê bêhtir ji bo kesên mexdûr li Kurdistanê xebatên alîkariyê pêk bînin.
Di nirxandinan de hat gotin ku, li Kurdistanê ji ber êrîşên dewletên dagirker, ji ber şer, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan hejmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne. Her wiha hate diyar kirin ku pêwîste Heyva Sor a Kurdistanê di serî de xebata endam çêkirinê û her wiha hemû beşên alîkarî komkirinê weke qumbere, kampanya, bi saziyên biyanî û navneteweyî re proje çêbike û xebatên xwe xurtir bike, da ku pêwistiyên kesên mexdûr bi cih bîne.
Her wiha nûnerê komîteya tenduristiyê ya Heyva Sor li ser xebatên xwe axaftin kir û agahî da.
Di dawiya kongreyê de ji bo paşerojê plansaziyên xebatan hatin diyarkirin û biryar hatin girtin.
Li gorî vê di kongreyê de biryarên hatine girtin bi vî awayî ne;
- Divê hemû saziyên alîkariyê yên hevkar xebatên xwe li gorî vê serdema dîjîtal nûjen bikin û li gorî vê tev bigerin.
- Divê hemû saziyên alîkariyê di hêla profesyoneltiyê de xwe pêş bixin û ji bo vê jî hem buroyên xwe, hem jî li herêmên kedkarên ciwan û kedkarên jin ên zimanzan tevlî xebatê bikin.
- Divê ji bo zêdekirina dahatên saziyan rêyên alternatîf werin ditîn da ku bikaribin pêwîstiyên mexdûran bi cih bînin.
- Divê xebata proje çêkirina bi sazî, dezgeh, komel, dêr û şarederiyên biyanî re wek xebatek sereke were ditîn.
- Divê hejmara zarokên ku ji projeya zarokên sêwî û bêxwedî alîkarî digrin were zêdekirin.
Piştre rêveberiya nû hat hilbijartin û ji bo hin kedkaran xelata spasiyê hat dayîn.