Heyeta DEM Partiyê hevdîtin bi Şaredara Grazê re kir
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û heyeta pê re bi Şaredara Girazê re hevdîtin kir û têkildarî tecrîda li Îmraliyê û hilbijartinên xwecihî agahî da.
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û heyeta pê re bi Şaredara Girazê re hevdîtin kir û têkildarî tecrîda li Îmraliyê û hilbijartinên xwecihî agahî da.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku serdana Awûstûryayê kir, tevî heyetekê bi Şaredara Grazê Elke Kahr re hevdîtin kir.
Heyetê li ser encamên hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Kurdistanê, hewldana desteserkirina îradeya gel, berxwedana gel, sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da û banga piştevaniyê kir.
Heyetê piştre li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiye û Kurdistanê civîna gel lidar xist. Gulcan Kaymaz Sayyîgît anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser girîngiya mezinkirina rêxistiniya Kurdan li Ewropayê û pêkanîna yekîtiya gelê Kurd.