‘Heta Erdogan gav bi şûnde neavêje, dev ji çalakiyan bernadin’

Çalakiyên protestokirina desteserkirina qeyûman a şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê dewam dike. Li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiya protestoyê di roja 3’an de ye.

Çalakî li pêşiya Dêra Don a Kolnê pêk hat. Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hatin ba hev dirûşmên ‘Zext nikarin bi me’, ‘ Bijî Serok Apo’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’ qîr kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku heta desthilata faşîst a AKP’ê gav bi şûnde neavêjin wê bê navber çalakiyên xwe bidomînin.