Herî kêm 6 milyon kes bi koronavîrusê ketin

Heta niha ji ber koronavîrusê herî kêm 6 milyon kes nexweş ketin û 371 hezar kes jî mirine.

Vîrusa Covîd-19’ê li temamî dinyayê li 196 welat û herêman belav bû. Li gorî bîlançoyên daxuyaniyên fermî heta niha 6 milyon û 200 hezar kes nexweş ketine.

Ji ber ku li gelek welatan test hindik tê kirin, tê diyarkirin ku hejmara nexweşan gelekî zêde ye.

Tê diyarkirin ku heta niha 2 milyon û 500 hezar kes jî rihet bûne.

Ji ber vîrusê heta niha 371 hezar kes mirine. Herî zêde li DYE’yê mirov bi koronavîrusê ketine û mirine. Li DYE’yê 800 hezar nexweş hatin tespîtkirin û 105,575 kes jî mirine.

Li Îtalyayê 33340, li Brezîlyayê 28834, li Fransayê 28771, li Îspanyayê 27125 kes ji ber koronayê mirine.

Hate diyarkirin ku herî zêde li Ewropayê mirov ji ber koronavîrusê mirine.