Her diçe rewşa tenduristiya Tûzak giran dibe

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê her ku roja diçe rewşa tenduristiyê ya Mûstafa Tûzak ku 65 roj din li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye giran dibe. Dr. Polat ê Tûzak kontrol kir got; “Rewşa wî di qonaxa kiritîk de ye”.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Elmanya Dûsîbûrgê ya Kurdistanî Mûstafa Tûzak di roja 65’an de didome. Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Tûzak girantir dibe.

Dr. Abdullah Polat ku Tûzak kontrol kir got; “Greva Tûzak di roja 65’an de ye û rewşa wî di qonaxek kritîk de ye.”

Polat têkildarî rewşa tenduristiyê ya Tûzak ev tişt gotin;

“Greva birçîbûnê ya Tûzak pêvajoya cidî derbas kiriye. Pirsgirêkên norolojî pêre çêbûne. Bêhaliya dest û ling, bêhêzî û jihevketinê (tevzînok) dijî. Her ku diçe dîtina wî kêm dibe, pirsgirêkên çav her ku diçe zêde dibin. Pirsgirêkên dîtin, bihîstin û dîtina beramberî ronahiyê jî her ku diçe zêde dibe. Heta niha 15 kîlo winda kiriye.”

Dr. Polat got têkildarî rewşa çalakgerên greva birçîbûnê pêdiviya lezgin bi agahdarkirina desteyên tenduristiyê yên li Elmanyayê heye û wiha domand; “Tenê bi kontrolên rûtin yên dixtorên malan re em nikarin vêya pêşwazî bikin. Divê raya giştî were ava kirin. Divê lezgîn tîmek were avakirin û ji yekîneyên pêwîst re rewşa tenduristiyê bi vekirî were êşkere kirin.”

Dr. Polat got piştî ku Mûstafa Tûzak 2’ê Adarê di çalakiya li Kolnê de ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hate destgîr kirin pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe zêde dibin.