Helwesta dijminane ya Polîsên Ewlekariya Swêdê şermezar kirin

Kurdistanî û wekîlên Swêdî ku civînek hevpar lidar xistin, hewldanên Polîsên Ewlekariya Swêdê (SAPO) ya ku koçberên Kurd weke endamên rêxistina terorê bi nav dike û dersînorkirinê, diyar kirin ku ji derveyî qanûna navneteyî ye.

Kurdistanî û komek wekîlên Swêdî ku doh di seatên êvarî de ji ber şewbê bi rêya medya dijîtal hatîn gelhev, civînek ku bi mijara helwesta Polîsên Ewlekariya Swêdê (SAPO) ya li dijî Kurdan girtîn dest, lidar xistin. Di civînê de ku biryarên dersînorkirin û agahî komkirina derbarê Kurdan girtîn dest, Parlementera Partiya Navendê Helena Vîhelmsson, Parlementerên Partiya Keskan a Derdor Rasmûs Lîng, Camîlla Hansen, Parlementera Partiya Demokratîk a Xiristiyan Hans Eklînd, Parlementerên Partiya Sosyal Demokrat Carîna Odebrînk û Denîz Begîc û ji Partiya Lîberal jî Johan Pehrson tevlî bûn.

Di civînê de nirxandin hate kirin ku girtina dest a Kurdistaniyan a weke endamên rêxistina terorê ji derveyî qanûnên navneteweyî û Swêdê ye. Di hevdîtinê de, biryara ku wê ji bo astengkirina Zozan Buyuk a dayîka 2 zorkan a dersînorkirinê jî wê hewldanan zêde bikin dan.

Ji hinek Kurdistanî û parlementerên ku tevlî civînê bûyîn, diyar kirin ku li aliyekê piştgiriyê dide gêrîlayên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û li dijî operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan helwest nîşan didin, heman demê biryara dersînorkirina Kurdistaniyan jî weke cihê xwe nagre nirxandin.

Dewleta Swêdê anî rojeva xwe ku ciwanê Kurd Resûl Ozdemir ê 23 salî ku sala 2015’an di şerê li Cizîrê de birîndar bûyî û koçî Swêdê kirî bi balefirek taybet bibe Tirkiyeyê û radestî MÎT’ê bike.

Parlementera Bê Alî Amîneh Kakabaveh a ku mijar birî rojeva parlementoyê, diyar kiribû ku hikûmeta ku biryara dersînorkirina 6 meleyên DAÎŞ’î betal kirî, helwesta Swêdê ya ku Ozdemîr radestî Tirkiyê bike cihê şermê ye.

Endama Saziya Rêveberiya Sol Forûm a Navneteweyî Yekbûn Alp nerînên xwe yên di derbarê civînê de ji ANF’ê re nirxand û got ku ew di nava hewldanan de ne ku zextên li ser Kurdan tê kirin di Komîteya Edaletê ya Parlementoyê de bigrin dest.

ZOZAN BUYUK: NIZANIM KU EZ JI BER ÇI TÊM SÛCBAR KIRIN

Zozan Buyuk jî di axaftina xwe de diyar kir ku du zarokên wê yên di temenê 2 û 4 salî de hene û ji ber ku ne di nava polîtîkayên çalak de ye sûcbariya ku SAPO di derbarê wê de dike fam nake. Bal kişand ji ber ku nizane ji ber çi tê sûcbar kirin, ji ber wê nikare xwe îfade bike.

Zozan Baransson a ku di nava komê de cihê xwe digre jî diyar kir ku ew dibînin SAPO bi rêxistina îstixbarata dewleta Tirk a ku li dijî gel û hemwelatiyê xwe zextan pêk tîne hevkariyê dike û daxwaz kir ku îdîa û sucbariya ku di derbarê Zozan Buyuk de ya ku SAPO dixwaze dersînor bike, di raya giştî de parve bikin.

Civîna ku komê bi parlementeran re lidar xistî di Televîzyona Dewletê ya Swêdê (SVT) û medyaya Swêdê de cihê xwe girt.

Parlementera Partiya Navnendî Helena Vîlhelmsson jî di daxuyaniya bi rêya tevna dijîtal parve kirî de bertek nîşanî biryara derbarê Zozan Buyuk dabû.

SAPO’yê hewldana Televîzyona Dewletê ya Swêdê ku ji bo agahî wergirtina derbarê rewşa Zozan Buyuk de red kir û diyar kir ku ew bi rojnamevanan re nacivin.