Hejmara çeteyên li Swêdê ji 200’î derket 2000’an

Polîsên Ewlekariya Swêdê di rapora xwe ya sala 2020’an de diyar kir ku hejmara çeteyên dixwazin şîddetê bikin roj bi roj zêde dibe.

Di rapora par ya Sapoyê de ya ku li ser Îslamîzma şîddetê diparêze amade kiribû, derket holê ku çeteyan hêzeke xurt wergirtine. Li gorî rapora sala 2020’an hejmara çeteyan di nava 10 salan de ji 200’î derketiye 2000’an.

Wezîrê Karê Navxweyî Mîkael Damberg, pisporên ewlekariyê û siyasetmedarên berê tevlî bernameya SVT a Swêdê bûn û diyar kirin ku tevdîrên Swêdê ya li dijî DAÎŞ û komên Îslamî yên tund hindik e.

Damberg li xwe mikur hat û diyar kir ku dema bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê çûn Sûriyeyê û tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne, tu amadekariya Swêdê tunebû û got “Niha me jî gelek tişt kir. Bi yekîtiyeke siyasî ya berfireh me peymanên li ser terorê kir, me ceza girantir kir û gerên ji bo terorê jî qedexe kir. Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê jî kesên dikarin ewlekariyê têxin rîskê jî kontrol kir.”

Pisporan jî diyar kirin ku ew polîtîkaya Swêdê ya di vî warî de têr nake û vê tişta ku hatiye kirin tê wateya îxaneta li gelên Swêdê. 

Pisporê Terorê Magnûs Ranstorp diyar kir ku malbatekê ji bo ku zarokê wan tevlî nav refên çeteyên DAÎŞ’ê nebe, du caran pasaporta wî çirandiye lê dîsa jî nekarîne rê li ber mirina kurê xwe bigirin. Ranstrop diyar kir ku vê helwesta Swêdê ne bi tenê ji bo malbatan ji bo gelê Swêdê jî îxanet e. 

Sapo jî diyar dike kesên tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bûne piştre hinek ji wan vegeriyane û di warê çalakiyên terorê de bûne xwedî tecrube.

QANÛNA TERORÊ BI TENÊ LI SER KURDAN TÊ KIRIN

Ligel ku cezayên li ser çeteyên DAÎŞ’ê hate zêdekirin jî heta niha tu çeteyên DAÎŞ’ê yê ji Sûriye û Iraqê vegeriyaye, dernexistine ber dadgehê.

Ev qanûna ku qaşo li dijî DAÎŞ’ê ye, bêtir li ser Kurdan tê kirin. Di nava salekê de nêzî 30 Kurd piştî qanûna li dijî DAÎŞ’ê kete meriyetê, hatine dersînorkirin. Hinek jê bêyî sedem ji karên xwe hatine avêtin.

Par di meha Nîsanê de Swêdê Resûl Ozdemîr ê ku ji ber sedemên siyasî îltîca kiribû, bi balefireke taybet teslîmî Tirkiyeyê kiribû û biryar dabû gelek Kurdan teslîmî Tirkiyeyê bike. Ozdemîr di sala 2015’an de li Cizîrê birîndar bûbû û di Gulana 2016’an de îltîcayî Swêdê kiribû. Dadgeh û Daîreya Koçberan daxwaza îltîcayê ya Ozdemîr red kiribû, piştî ku ew 4 mehan di girtîgehê de hiştibû, bi balefireke taybet teslîmî MÎT’ê kiribû. Ozdemîr piştî êşkenceyê xistin Girtîgeha Sîlîvrî ya li Tirkiyeyê.

Swêdê demek berê biryar dabû ku Zozan Buyuk (30) a dayika du zarokan dersînor bike. Ligel ku rêxistinên Kurdan û parlementerên Swêdê li dij derketin jî, Buyuk ji zarokên wê veqetandin û ew şandin Belçîkayê.