Hefteya Qehremaniyê li Lavrîo hat pîrozkirin

Li Kampa Lavrîo ku girêdayê Atînaya paytexta Yewnanistanê ye, Hefteya Qehremaniyê hat pîrozkirin.

Li Kampa Lavrîo ku girêdayê Atînaya paytexta Yewnanistanê ye, Hefteya Qehremaniyê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtina ji bo şêhîdên têkoşîna şoreşê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser giringî û wateya hefteyê hat nîşandan. Ji xeynê kesên li kampê dimînin, xelkê Atînayê jî tev li pîrozbahiyê bû.

Piştî nîşandana sînevîzyonê, li ser navê komîteya şehîdan Erkan Erencî axivî.

Pîrozbahî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ qediya.