Halîm Dener: Ev 26 sal in dadmendî pêk nehatiye

Ciwanê Kurd Halîm Dener beriya bi 26 sal in îro li Hannoverê dema ku afîş didaleqand ji hêla polîsê Elman ve hate qetilkirin. Li gel ku çarîk sedsal di ser re çûye jî ser kuştina Dener nehate ronîkirin û dadmendî pêk nehat.

Halîl Dener ê ji Dara Hênê yê Çewlikê ku ji ber şerê li Kurdistanê û êşkenceya ku lê hatî kirin 1994'an hatî Elmanyayê, 30'ê Hezîranê li Hannoverê çaxê ku afîşa ERNK'ê didaleqand polîsê Elman gule berda pişta wî û Dener şehîd bû. Dener dema ku şehîd bûyî 16 salî bû û heke sax maba niha wê 42 salî ba. 

Polîs Klaus T. ê ku Halîm qetil kirî endamê Tîma Polîsan a Taybet (TEK) bû. Ew kirine ber parastinê û ser kuştinê ti caran nehate ronîkirin. Doza darizandina Klaus li Dadgeha Eyaletê ya Hannoverê 3 salan dom kir û piştre 1997'an hate berdan û dewtletê ew kirin ber 'bernameya berevaniyê ya ji nêz ve''.

Kurd û dostên wan ji bo ku Dener neyê jibîrkiin û dadmendî pêk were têdikoşin. Ji 2014'an ve Kampanyaya Halîl Dener her sal di salvegera qetilkirina wî de merasîma bibîranînê ya Dener dikin. Bîranîn li Meydana Steîntorê îro 30'ê Hezîranê saet 19.00'an wê dest pê bike.

Di nav Kampanyaya Halîm Dener de partî û komên weke IL (Interventionistische Linke), Rote Hilfe, Antifaschistische Gruppe Hannover, Die Linke, Kesk hene. Yek ji damezînera kampanyayê Ayfer Kahraman got, ''Armanca me ew e ku em bi rengekî ku heq kiriye  Halîm Dener bi bîr bînin, bîranîna wî zindî bihêlin, dadmendiyê pêk bînin.''

Kahraman bang kir ku her kes tevlî bîranînê bibe.


Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka