GUE-NGL: Divê Yekîtiya Ewropa êrişên li ser HDP'ê mehkûm bike

Komên Çep a Yekbûyî ya Ewropayê/Çep Kesk a Skandînavyayê (GUE/NGL) ên li Parlamenta Ewropayê daxuyanî dan û bang kirin ku li dijî rejîma Erdogan helwest bê nîşandan.

Daxuyanî bi navê Hevserokê Koma GUE/NGL Martîn Schîrdewan hate dayin û bang li komên li Parlamenta Ewropayê hemûyan û Serokê parlamentê Davîs Sassolî hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişê li ser HDP'ê êrişên li dijî demokrasiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êşkence, zext li parlamenterên HDP'ê tên kirin û hate diyarkirin ku mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlan bênavber tê betalkirin, bi sûcdariyên bêbingeh û derewîn cezayê girtîgehê li parlamenteran tê birîn hate bibîrxistin, ku zextên dawî bi taybetî piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Selahattîn Demîrtaş dest pê kir.

Hevserokê GUE/NGL'ê Martîn Schîrdewan ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku li dijî vê zextê bikeve nava liv û tevgerê û wiha dewam kir, "Ev yek êrişên heqaretê yên li dijî demokrasiyê ne. Koma me bang li komên li Parlamenta Ewropayê hemûyan dike ku ji bo parastina parlamenterên HDP'î pozîsyoneke eşkere ya siyasî nîşan bidin. Ew (HDP'î) jî mîna me weke nûnerên demokrasiyê hatine hilbijartin û hewl didin wezîfeya xwe pêk bînin."

Schîrdewan bang li ser Serokê Parlamenta Ewropayê Davîd Sassolî kir û got, "Divê Serok Sassolî ji bo Kurdan bikeve nava liv û tevgerê û bi navê Parlamenta Ewropayê êrişên Erdogan mehkûm bike."

Martîn Schîrdewan bi navê koma GUE/NGL bang li Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê jî kir û ji lîderên Yekîtiya Ewropayê xwest ku di civîna bilind a vê hefteyê de li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî demokrasiyê helwestê nîşan bidin. Di daxuyaniya Schîrdewan de hate gotin, "Niha ne ew dema rawestînê ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê demokrasî bê parastin."