Li ser daxwaza Parlementerê Partiya Karkeran Lloyd Rûssel-Moyle di rûniştina pêk hate de bersiva pirsan li ser navê hikûmetê Wezîrê Asya û Pasifîk Mark Fîeld bersivan.
Di rûniştina li salona Westmînster Hall a li Parlementoya Qiraltiya Yekbûyî hate kirin Alî Poyraz, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz ên ji 14’ê Adarê ve li Londonê di grevê bêdawî û bêdoreveger dene dîsa nêzî 20 Kurd û dostên wan tevlî rûniştinê bûn.
Rûniştina ku nîv saetê dom kir, 15 deqe ji bo pirsan hate veqetandin û 15 deqeyan jî berdevkê hikûmetê bersiva pirsan da. Di rûniştinê de li gel Lloyd Rûssel-Moyle, endamê Plaîd Cymrû parlementerê Gallerê Ben Lake û Lîz Savîlle Roberts, Parlementerê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê Chrîs Stephens, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Parlementerê Îrlandayî Jîm Shannon û parlementerê Partiya Karkeran Bombos Charalamboûs mafê axaftinê girtin û bi gotinên piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê din kirin û pirs kirin.
Destpêkê parlementer Lloyd Rûssel-Moyle axivî. Moyle anî ziman ku zext û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan zêdetir bûne, rewşa bi hezaran kesên di grevên birçîbûnê de ne gihiştiye asta krîtîk e, ji bo vê xwestine rûniştineke wiha pêk were.
Moyle bi domdarî got: “Hefteya borî hevrêyên me yên parlementer serdana Îmam Şîş ê 115 roj in di grevê de ye kirin. Bedena wî pir zeîf bûye, lê biryardariya wî ya ji bo doza azadiya Kurd pir xurt e. Niha jî li vê salonê Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saîd Yilmaz ên bi heman armancê 28 roj in di grevê de ne hene. Destekê didin daxwazên wan.
Moyle bal kişand ser rewşa Ocalan û wiha pêde çû: “Ji bo niha yên li me temaşe dikin û Abdullah Ocalan nas nakin dikarim vê bêjim; Lîderê Kurd e û fîlozof Ocalan 20 salin li Girava Îmraliyê di girtîgehê de ye. Hefteya borî kete rojbûna xwe ya 70’ê salî. Bi oparasyoneke veşartî a navneteweyî sala 1999’an ji Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan ê di nava şertên giran ên tecrîdê de ye, ji sala 2011’an û vir ve nikare bi ti awayî li gel parêzerên xwe bicive. Ji sala 2015’an û vir ve jî malbata wî tenê kariye du caran û pir kurt bibînin. Ev pêkanîn hem dijî hiqûqa navxweyî û hem jî ya mafên mirovan a Ewropayê ye. Divê dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî ya hikûmxwariyan tevger bike.
REWŞA ÇALVANÊN GREVAN KRÎTÎK E
Moyle wiha got: “Ji bo protestokirina vê pêkanîna li ser Ocalan, parlementera HDP’ê Leyla Guvne ji 8’ê Mijara 2018’an ve di gervê de ye, piştî wê 8 hezar kes jî tevlî grevên birçîbûnê bûn. Yekan e daxwazên wan şikandina tecrîda li ser Ocalan. Niha rewşa tenduristiya wan cidî û krîtk in.”
‘DIVÊ EM ŞAŞTIYÊN XWE YÊN DÎROKÎ BIDAWÎ BIKIN’
Moyle berpirsyariyên dîrokî yên dewleta Îngilîz bibîr xist û wiha bilêv kir: “Berpiryariyên me yên dîrokî hene. Brîtanya ji xêxkirina nexşeya netewa Kurd a belav kirî berpirs e. Niha divê em kêmaniyên xwe yên dîrokî rast bikin. Divê em dengê xwe bilind bikin.
Parlementerê Plaîd Cymrû Ben Lake jî destnîşan kir ku welatên Rojava gelek caran gelê Kurd bi tenê hiştiye û got: “Rojava û beşek emzin ê cîhanê piştî şerê cîhanê yê yekem û şûnde gelê Kurd bi tenê hişt. Gelê Kurd di demek nêz de li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê berdêlên mezin da û alîkariya cîhanê kir. Niha jî metirsiya ku pişta xwe dan Kurdan heye, divê vê demê ev yek qet pêk neyê.”
Parlementera Gallerê Lîz Savîlle Roberts jî diyar kir ku divê hê zêdetir zext li Tirkiyeyê bê kirin û got: “Divê hê zêdeti zext li Tirkiyeyê bê kirin, divê hikûmet daxuyaniyên ji rêzê yên dewleta Tirk bibîne.”
DEM HATIYE
Parlementer Jîm Shannon jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku destekê didin têkoşîna azadiya gelê Kurd û got êdî dem hatiye û wiha pêde çû: “Heta dawî piştevaniya mafê xwe birêvebirinê ya gelê Kurd dikin. Tirkiye welatekî mafê sivîlan û mafên mirovan binpê dike. Mafê nasnameya Kurdan napejirîne. Êdî dem hatiye ku welatên Rojava, cîhana azad û hikûmeta me li pişt doza azadiyê ya gelê Kurd cih bigirin.
Li ser navê hikûmetê jî Wezîrê Asya û Pasîfîkê Mark Fîeld li şûna bersiva pirsan bide li ber kaxeza li pêşiya xwe tiştên nivîsandibû xwend. Mark Fîeld anî ziman ku dewleta Tirk endamekî krîtk ê NATO’yê ye û mutefîkekî pir baş e, weke zimanê dewleta Tirk axivî. Fîeld anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek Kurd hene ku destekê didin AKP’ê, diyar kir ku di demeke nêzîk de alîkarên wezîran Kurd in, Tirkiye bi terorîzmê re têdikoşe. Fîeld anî ziman ku AKP ji sala 2003’an bûye dîroka yekem a zextên li ser nasnameya Kurdan rakiriye, her wiha girtina parlementerên HDP’yî jî ji ber têkiliya wan a bi PKK’ê re heye hatine girtin.
Di dema rûnitin dewam dikir de li pêşiya parlementoyê komek Kurd çalakiye lidar xistin.