Greva li Viyanayê di roja 4’an de ye
Greva û çalakiya kon a 5 rojan a li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatibû destpêkirin di roja 4’an de dewam dike.
Greva û çalakiya kon a 5 rojan a li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatibû destpêkirin di roja 4’an de dewam dike.
Çalakiyên bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê grevekî girseyî tê lidarxistin. greva 25’ê Adarê li pêşiya Parlementoya Avûstûryayê hatî destpêkirin di roja 4’an de ye.
Nûnerê sendîkaya ‘Komîtern’ û nûçegihanên Radîo Orange Jûtta Maetyerk serdan çalakvanan kirin. Metyrek li ser dîroka çalakî û armanca wê ji bo raya giştî ya Avûstûryayê agahdar bikin hevpeyvîn bi çalakvanan re kirin.
Her wiha kampanyaya îmzeyan a ji aliyê rewşenbîrên Avûstûryayî ve ji bo pêşkêşî CPT’ê bikin hatibû destpêkirin jî eleqeyek zêde heye.
Her roj çalakiya grevê bi vedan kon a navbera saet 11:00-16:00’an a li Heldenplatz a Viyanayê li nêzî Parlementoya Avûstûryayê, raya giştî agahdar dikin.
Komîteya amadekariyê anî ziman ku wê çalakiyê roja Înê saet 16:00’an bi meşeke girseyî dawî bikin.