Greva li Viyanayê di roja 3’an de ye

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewropa hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê û kon a 5 rojan li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatibû destpêkirin di roja 3’an de ye.

Li gel destpêkirina greva bi girseyî destpê kirî, bi tevlîbûna hinek aktivîstên xwedî xelata Nobelê, parlementer, akademîsyen, sendîkavan û rewşenbîr jî di nav de di bin navê ‘Divê mafên mirovan bên parastin û ruhê mirovan bên rizgarkirin’ însyatîfek avakirin.

Însyatîfa ku ji 50 kesan pêk tê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina daxwazên Leyla Guven dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.

Îmzeyên ku ji aliyê însyatîfê ve bê berhevkirin wê bê dayîna Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bikin.

 Her wiha wê însyatîf dosyayek pêşkêşî Parlementoya Avûstûryayê bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê û kon a 5 rojan li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatibû destpêkirin di roja 3’an de ye.

Çalakî her roja saet 11:00-16:00’an konê li Heldenplatez a Viyanayê li nêzî Parlementoya Avûstûryayê hatî danîn raya giştî tê agahdarkirin.