Greva li pêşiya PE’yê: Em ê berxwedanê geştir bikin

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê mezin dibe. Jinan piştgirî dan çalakiyê û gotin; “Em ê berxwedanê geştir bikin.”

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya Fransayê ya bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber PE'yê di roja sêyan de didome. Roja sêyan a çalakiyê bi organîzasyona Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Şoreşger dibe. Bi çalakiyekê bêdengiya Parlamenta Ewropayê hate protesto kirin.

Di çalakiyê de navê Zulkuf Gezen, Zehra Saglam, Ayten Beçet û Medya Çinar ên li zindanan li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin û Ûgûr Şakar ê li Ewropayê li dijî tecrîdê agir berdabû bedana xwe, hate qîr kirin. Piştî çalakiyê ji bo nirxandina pêvajoyê li pêşiya PE’yê panelek hate lidarxistin.

Hevparên SKB’ê ku 3 roj in serdana saziyên Ewropa û parlamentoyê dikin û balê dikêşin li ser grevên birçîbûnê, îro jî serdana çalakgerên Strasboûrgê kirin. Di serdanê de gaziyê ji Komkujiya Pirsûsê jî cih digirt.

‘EM Ê DENGÊ BERXWEDANÊ BILIND BIKIN’

Li ser navê SKB’ê Koordînasyona Ewropayê Esra Asya Guden axivî û got; “Em ji bo dengê berxwedanê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê bilind bikin li pêşiya PE di çalakiyê de ne. Em jin em ê berxwedana li dijî vê tecrîda dij mirovahiyê geştir bikin. Hûn ji bo bibin dengê vê qîrinê li virin û em dizanin ku bêdengî mirine. Îro li Lahrê wê Baran Serhat were bibîranîn û em we vedixwînin biranînê.”

‘DIXWAZIN ŞOREŞA YEKBÛYÎ ASTENG BIKIN’

Piştre li ser navê MLKP’ê Huseyin Yeter axivî, qala têkoşîna Nûnerê MLKP yê Rojava Baran Serhat kir û got; “Hevrêyê me roja 23’ê Adarê di encama komployekê de şehîd bû. Li Rojhilata Navîn şoreş wê belavî hemû cîhanê bibe û ji ber vê tirsê çawa bi komployekê Mam Zekî şehîd kirin, komployek din kirin. Duh ciwanên Pirsûsê, îro hevalê me Baran Serhat ji bo asteng kirina şoreşa yekbûyî qetil kirin.”