Greva li pêşiya PE’yê di roja 2’an de ye-NÛ BÛ

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li bajarê Fransa Strasboûrgê li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi 250’î kesan destpê kirî di roja 2'an de bi 380'î kesan didome.

Li bajarê Fransa Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a li pêşiya Parlamenta Ewropayê bi 250’î kesan destpê kirî di roja 2'an de bi 380'î kesan didome.

Sazî û tevlîbûnên ji bajaran wiha ne; Fransa Rennes, Parîs, Drancy, Cdy, Vîlebel, Evry, Marsîlya, Drafûnay, Montellî, Herêma 78, Mopîelel, Bordi, Elmanya Baden Wuttenberg-Bayren FCDK, Bakur FCDK Berlîn, Hambûrg, Nîedersachzen, Fed-Med NRW, Hessen FCDK Kawa, Saalanda, NCDK Swîsre, NCDK Berlîn, NCDK Hollanda, Meclîsa Şengal a Dîaspora, Nav-Yek, PYD, Komaw, CÎK û Tev-Çand.

Çalakger zêdetirî ciwan in, coş û moralê ciwanên hêjayî dîtinê ye. Ji Rojhilat Ronak Senê stranên Kurdî strî.

Li ser navê Komîteya Amadekar Hunermend Hozan Seyîtxan axivî û balkişand li ser girîngî û wateya çalakiyê. Seyîtxan got heta ku tecrîd neyê şikandin wê têbikoşin.

SAZIYÊN EWROPA HATE ŞERMEZAR KIRIN

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Ramazan Îmrî, Krem Solhan û birayê Zehra Saglam ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Metîn Saglam beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan ji bo xizmên xwe yên ku li Strasboûrgê 100 roj in di grevê de ne serî de CPT, DMME, PE û saziyên Ewropayê şermezar kir û bang li dostan kir ku xwedî li çalakiyê derbikevin.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERBIKEVIN

Li ser navê malbatên şehîdan Şengê Kahraman axivî û got; “Divê em vê çepera dijmin a agir ya li dora Rêbertiya xwe bişkînin û dest bidin destê hev û serketinê bidestbixin. Bedel neyê dayîn tiştek çênabe. Divê em xwedî li Rêbertî derbiekvin, daxwaza min ji malbatan ew e; xwedî li têkoşînê derbikevin.”

Di roja 2’an a çalakiyê de agahî hate dayîn ku wê heyetek ji Parlamenta Ewropayê were cihê çalakiyê û li gel komîteya amadekar têkilî dane. Diyar bû wê heyet wê peyama Parlamenta Ewropayê ji çalakgeran re ragihîne. Pitşre wê komek ji 50’î kesan cilên spî li xwe bikin û li pêşiya Parlamenta Ewropayê çalakiya protestoyê lidarbixin.