Greva giştî ya li Belçîkayê wê bandorê li hemû sektoran bike
Li Belçîkayê li hemberî polîtîkayên hikûmetê greveke giştî destpê kir. Grevê bandor li jiyana Brukselê kir û wê meşeke ku tê payîn 100 hezar kes beşdar bibin, were lidarxistin.
Li Belçîkayê li hemberî polîtîkayên hikûmetê greveke giştî destpê kir. Grevê bandor li jiyana Brukselê kir û wê meşeke ku tê payîn 100 hezar kes beşdar bibin, were lidarxistin.
Federasyona Karê Giştî ya Belçîkayê (FGTB) û Konfederasyona Sendîkayên Xiristiyan (CSC) biryar dan ku li seranserê welêt dest bi grevê bikin.
Sendîka, tedbîrên hikûmeta koalîsyonê a bi navê Arizona protesto dikin. Hikûmeta welêt ji Lîberal, Sosyalîst, Xiristiyan, Demokrat û Flamanan pêk tê.
Ji ber greva sendîkayan a ku biryarên hikûmetê yên têkildarî karsaziyê protesto dikin, wê roja Duşemê saziyên fermî, wesayitên veguhestina giştî, dibistan, kargeh û balafirgeh bi temamî girtî bimînin.
Li bajarê Brukselê danê siharê bes hin metro, tramway û otobûsan xizmet da. Greva giştî wê bandorê li hemû sektoran bike.
Xwendekar, mamoste û lêkolîner jî beşdarî greva giştî bûn û gelek ders jî hatin betalkirin.
Wê her du balafirgehên sereke yên welêt jî werin sekinandin. Wê ji Balafirgeha Brukselê tu sefer pêk neyên û dibe ku hin seferên hatinê jî werin betalkirin.
Mezintirîn berteka li hemberî hikûmetê, kêmkirina mûçeyên teqawidan e ku tê gumankirinku ev biryar wê destpêkê li ser jinan were sepandin.
FGTB têkildarî vê mijarê dibêje: ‘’Ji ber vê yekê ji bo kêmtirîn mûçeya teqawidiyê em ê neçar bimînin ku zêdetir bixebitin.’’
FGTB’ê di daxuyaniya xwe de nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Ji me re hat gotin ku wê hêza kirînê zêde bibe û rewşa karkeran baştir bibe. Lê belê ev yek pêk nehatin.’’
Her du sendîkayan jî anî ziman ku ev yek li hemberî karkeran bêrêziyek e û dixwazin vê yekê protesto bikin.
Her wiha wê îro li Brukselê meşeke mezin were lidarxistin ku sendîka li bendê ne ku 100 kes beşdarî çalakiyê bibin.