Greva birçîbûnê ya li Lavrîoyê di roja 31'ê de ye

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, greva birçîbûnê ya ji bo xwedîderketina li berxwedana girtiyan a li dijî tecrîda li Îmraliyê, di roja 31'ê de ye.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li zindanan dest pê kiriye di roja 31'ê de ye.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TÊKO-JIN) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê û ji 4'ê Çileyê ve bi komên ji 8 kesan 5 rojan carekê bi dorvegerî pêk tê. Îro koma 7'an çalakî dewr wergirt.

Ji çalakgeran Mûrat Aktaş têkildarî çalakiyê got, "Ji bo azadiya girtiyên siyasî yên dîlgirtî em çalakiyê li dar dixin. Ji bo nîşan bidin ku gelê Kurd wê bi ser bikeve em çalakiyê dikin. Tecrîd êşkence ye. Zextên li gelê Kurd tên kirin hemû êşkence ne. Em ê berxwedana xwe dewam bikin."

Li kampê her wiha ji 13'ê Kanûnê ve ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê her Şemiyê saet di 20:00 û Sêşemê saet di 13:00 çalakiyên deng derxistinê tên lidarxistin.