Greva birçîbûnê ya li ber PE'yê di roja 3'yan de didome

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li ber Parlamentoya PE'yê di roja 3'yan de didome.

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya Fransayê ya bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber PE'yê di roja sêyan de didome.

Roja sêyan a çalakiyê bi organîzasyona Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Şoreşger dibe.

Çalakger spedeyê ji bajarê Lahrê yê Elmanyayê ber bi Strasboûrgê ve bi rê ketin û çalakiya xwe li ber PE'yê domandin. Çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 350' kesî pêk tên û ber bi Strasboûrgê ve meşiyan, saet nêzî 10.00'an hatin ber Parlamentoya Ewropayê û çalakiya xwe domandin.


Komeke çalakgeran belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîdê.

Li ber PE'yê ji ber sedema rûniştina parlamenteran hin çalakiyên saziyên din jî hene. Greva birçîbûnê bala her komê dikişîne ku têne ber PE'yê.

Ciwan li ber PE'yê wê skêçan bikin û nav rojê siyasetmedar Hatîp Dîcle wê biaxive. Ciwan her wiha têkilî pêvajoyê û şerê taybet ê li ser ciwanan wê semîneran bidin.
Çalakî bi govend û dirûşmeyan didome.

ÊN KU TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛNE

Herêm û saziyên ku tevlî çalakiyê bûne:

Ji Fransayê Rennes, Parîs, Drancy, Creîl, Vîllîer Bel, Evry, Marsîlya, Dragûnîngman, Herêma 78'an, Montepîlîer, Bordeaux, ji Elmanyayê Baden Wuttenberg-Bayern FCDK, FCDK ya Bakur Berlîn, Hambûrg, Nîedersachzen, Fed-Med NRW, Hessen FCDK Kawa, Saalanda, Swîsre NCKD, Belçîka NCKD, Hollanda NCDK, Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, NAV-YEK, PYD, Komaw, CÎK, TEV-ÇAN, Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Şoreşger.