Gotina dawî ya Wazîr: Min ji bo Rojava bedena xwe da ber êgir

Diyar bû ku Alî Wazir ku ji bo helwesta NY'yê ya li bara dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar bike bedana xwe dayî ber êgir ji polîsan re gotiye, ''Min bedena xwe ji bo Rojava daye ber êgir''.

Kurdê ji Rojava Alî Wazir ku ji bo bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bara dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protesto bike li ber Ofîsa Cinêvê ya NY'yê bedena xwe dayî ber êgir, hê jî taloke li ser jiyana wî didome. 84 ji 100'î bedena Wazîr şewitiye, li Nexweşxaneya Navendî ya Zanîngeha Lozanê (CHUV) tedawiya wî didome.

Birayê Wazîr Mizgîn Wazîr ê ku li Swêdê dijî ji ANF'ê re got bê ka çima birayê wî çalakiyeke wiha kiriye û dema bûyerê tiştên ku bûyîn vegot.

'JI BER BÊDENGIYA NY'YÊ PIR REHT BÛ'

Birayê Wazîr got, ''Birayê min Alî ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û ji bêdengiya NY'yê û hêzên navnetewî ya li bara vê bêdengiyê gellekî reht bû'' û domand, ''Birayê min beriya bi demekê li gel malbata xwe ji Elmanyayê hate serdana me. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava pir bihêrs bû. Hemû wextê xwe bi şopandina li ser geşedanên Rojava dibihurand. Dema ku me jê re digot çima ev çend fikaran dikî û bihêrs î digot, ''Hûn qet nabînin, li Serêkaniyê gelek şehîd hene. Bêyî ku bibêjin ev zarok e, jin û yixtiyar e mirovên sivîl dikujin. Mirovan bêcihûwar dikin. Dijminê dagirker û zalim êrîşê bi ser gelê me de tîne û dixwaz wan bieciqîne.''

'WEKE KU HER KÊLIYA LI WIR DIJIYA'

Li ser medyaya sosyal li wêneyên hevalên xwe yên şehîd û li yên sivîlan dinerî û pir xemgîn dibû. Hemû rojên xwe wiha derbas dikir. Jji dema ku çeteyan hewl dide ku bikevin Serêkaniyê qet ranediket. 5 deqeyan çavê xwe ditemirand, radibû û li nûçeyan dinerî. Dema ku radiket jî mîna ku di şer de be deng derdixistin û dilebitî.

Li bara tiştên ku dibin nekirina tiştekî pir li ber tilê wî diket. Ji ber ku li malê gelek kes hebûn, bi fikra ku wê hinekî serê wî rehet bibe û jê re baş be, min Alî jî hilda û em çûne cem birayê me yê li Cinêvê Lezgîn.''

'MIN JI BO ROJAVA BEDENA XWE DA BER ÊGIR'

Wazîr got birayê wî Alî beriya ku çalakiya xwe bike bi şevekê heta derengê şevê ew rûniştine, civat girtine û domand, ''Mala ku em lê diman li pêşberî NY'yê bû. Beriya bi rojekê pirsa NY'yê ji me kir, digot NY li bara tiştên ku li Rojava dibin bêdeng e lê qet me bîra wê nedibir ku tiştekî wiha bike. Bi şev em raketibûn, berê sibehê dema ku em şiyar bûn min pirsa wî kir bê ka çawa ye. Got, ''baş im''.  Dema ku wiha gotî hema li qenepeyê li rex dîsa raketim. Hê çend saet derbas nebûbû bi dengê ambûlans û polîsan şiyar bûm. Dema ku ez û birayê xwe Lezgîn em ber bi derve ve beziyan me birayê xwe Alî di ambûlansê de dît''.

Dema ku ambûlansê û polîsan radiwestînin bê ka çi bûye, polîs vê bersivê dide birayê Wazîr: ''Birayê we benzîn bi xwe de kiriye û xwe şewitandiye. Sax e, dijî û piştî ku agahiyên xwe da me, herî dawî gt, ''Min ji bo Rojava bedena xwe da ber êgir''.

'EM PARÇEYEK JI VÎ ŞERÎ NE, NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN'

Wazîr got çalakiya birayê wan helwesteke birûmet e û domand, ''Dem ne dema rûniştinê û bendêmayinê ye. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê û komkujiyê rabe ser piyan. Di rewşeke wiha de ku mirov canê xwe didin em ê heta kengî wiha bêdeng bimînin. Bila kes nebêje tenê li Rojava şer heye, em ên ku li Ewropa dijîn jî her roj di nav şer de ne û parçeyek ji vî şerî ne.''

'BI SEDAN CIWANÊN MÎNA ALÎ HENE, BILA CÎHAN VÊ BIZANIBE'

Wazîr got birayê wî Alî li bara rûdanên li Rojava di serî de bêdengiya NY'yê, bêdengiya hêzên navnetewî bi çalakiya xwe şermezar kiriye û got, 'Li Ewropa mîna birayê min Alî ku ji bo êrîşên li ser Rojava kezeba wan dişewite û li dijî bêdengiya li bara vê bihêrs in, bi sedan ciwan hene. Niha gelek ciwan hene ku hazir in bedena xwe bidin ber êgir, hemû Ewropa divê vê wiha bizanibe. Bila li bara dagirkeriyê û komkujiyan nema bêdeng bimînin. Ev li dijî bêdengan qêrînek e.''

ALÎ WAZÎR KÎ YE

Alî Wazîr bi eslê xwe ji Hesekê ya Rojava ye, zewicî ye, bavê du zarokan e. Wazir ev 4 sal in li Essenê ya Elmanyayê dijî.