‘Gezen ruhê Mezlûm Dogan ji nû ve zindî kir’
Ji bo Zulkuf Gezen ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî kir, li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin kirin.
Ji bo Zulkuf Gezen ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî kir, li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin kirin.
GÎESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Gîessen ê Elamnayayê hatin ba hev Zulkuf Gezen bibîr anî û berxwedêrên grevê silav kirin. Ji bo şikandina tecrîdê tecrîdê piştî meşekê mîtîngek li Berlîner Platezê lidar xistin.
FRANKFÛRT: Kurdistanî û dostên wan ên li Haûptwache ya bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin ba hev wêneyên Zulkuf Gezen û berxwedêrên Strasboûrgê hildan û dest bi meşê kirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin.
KOLN: Kurdisaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê jî ji bo protestokirina tecrîdê û balkişandina ser gervên birçîbûnê li WRD’ê çalakiyek kirin. Bendewariya Kurdistaniyan a li pêşiya avahiya qenala TV’yê ya ji bo piştevaniyê jî didome.
HÎLDESHEÎM: Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî ji bo balê bikişîn ser çalakiya Zulkuf Gezen çalakiyek lidar xistin. Girseyê wêneyên Zulkuf Gezen hildan. Di çalakiyê de Hevserokê NCKD Şêx Îskender Torba axivî û got: “Zulkuf Gezen ji bo di serî de tecrîda li ser Rêber Apo bişkîne, balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyal Guven destpêkirî û bibe dengê wan çalakiyek fedayî pêk anî. Zulkuf Gezen bi vê çalakiyê ruhê Mezlûm Dogan ji nû ve zindî kir.”
BREMEN: Li bajarê Beremen ê Elmanayê jî ji bo şermezarkirina bêdengiya dewletên Ewropa ya li hember çalakiyên grevê çalakiyek hate kirin û gotin: “Bêdengî dikuje, bêdeniya we bû sedema Zulkufê me bi çalakiyeke fedayî şehîd bibe.Daxwaz dikin ku hûn destûrên xwe yên mafên mirovan bi cih bînin.”
PARÎS: Kurdan û dostên wan li Gare du Nord a Parîs a Fransayê bi meşekê Zulkuf Gezen bibîr anî. Di meşê de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedanan Zindanan’ hatin qîrkirin.
RENNES: Girseya ku li pêşiya avahiya Şaredariya Rennesê kom bûn wêneyên Gezen û berxwedêrên grevan hildan û bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin.
ATÎNA: Li paytexta Yewnanistan Atînayê Gezen hate bibîranîn û dewleta Tirk hate protestokirin. Meşa ku ji Zanîngeha Polîteknîkê destpê kir bi sedan kes tevlî bû. Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK, KCK, HPG û YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Zulkuf Gezen bê mirin e’, ‘Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne’ û ‘Kujer Tirkiye’ hatin qîrkirin.
Li pêşiya sefaretxaneya Tirk mîtîngek hate kirin û li ser navê NÇM’ê Metîn Bîngol axivî û got: “Ya me nekarî bike hevrê Zulkuf Gezen kir. Ji bo Rêber Apo bi fedayî şehîd bû.”