Gerîla TV dîmenên çalakiyeke nû weşand

Gerîla TV dîmen çalakiyeke ku 2’yê Kanûnê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê hate kirin, parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn a li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê 2’yê Kanûnê saet 15.30’ê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin çalakiek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji 3 baskan ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistin, 7 leşeker haitn kuştin, çeperek a çeka A-4 û kamerayek Mobesa hate rûxandin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê derdorî xwe bi obus û hewanan ketober daye ber bombeyan. Yekîneya çalakî kirî bi sax û silametî vegeriyaye navendên xwe.”