Gera ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya li Elmanya didome

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya li Elmaya digere, li Russelsheîm, Wîesbaden û Maînzê geriyan, standa pirtûk û agahdarkirinê danî.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina pradîgma û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo raya giştî ya Ewropayê ketiye ser rê, li bajarên Russelsheîm, Wîesbaden û Maînz ên Elmanya geriya.

Li standên hatin danîn, bi Elmanî agahî hatin belavkirin.

Pirtûkxaneya ku bala ciwanên Elman kişand, li standê bi erkdarên standê re ketin nava nîqaşên kûr.

Di nirxandinên bi ciwanên Elmanya re hate kirin, herî zêde têkiliyê Erdogan-Elmanya û Erdogan-Ewropa bal kişand. Ciwanên Elman diyar kirin ku zext û êrîşên dewleta Tirk a di serî de li ser Kurdan, dîsa ol û muxalîfê li ser tevnên dijîtal fêr bûne.

Erkdarên standê jî anîn ziman ku eleqeya ji bo pirtûkên Ocalan zêde ye, diyar kir ku yên pirsa biyografiya Ocalan jî kirin hebûn.

‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ wê sibe li Bahnhofsplatz a Marbûg, Kîrschenplatz a Bîeben û 27’ê Sibatê jî wê li Marktplatz a Offenbach û Haûptawche ya Frankfûrtê be.

Gera pirtûkxaneyê wê li Haûptwache ya Frankfûrtê wê bi merasîmekê bi dawî bibe.