Gefên li ser Şengalê li Wûppertalê protesto kirin

Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê, gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê yên li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiya ku li Wûppertalê hatî lidarxistin de gotin, “Em rê nadin êrîşan.”

Bi banga Meclisa Jinan a Viyan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Wûppertal a Elmanyayê, gef û êrîşên Hikumeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê yên li ser Şengalê hatin protestokirin.

Kurd û dostên wan tevlî çalakiya ku li ser HBF’ê hatî lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de bal kişandîn ku Şengal bi êrîşek nû re rû bi rû ye û gotin, “Em rê nadin van êrîşan.”