Fransiyan bang li CPT kirin: Tavilê biçe Îmraliyê!

Ji qada siyaset, huner, civaka sivîl, hiqûq û akademiyê zêdeyî 60 kesayetan ên ji Fransayê bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku tavilê biçe Îmraliyê.

Senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî di nav de bi mohra 61 kesan nameyek ji CPT re hate şandin.

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê, Sekreterê Yekemîn ê Sosyalîst, gelek parlamenter û senatorên çepgir û hawirdorparêz jî mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

ŞÊWEYEKÎ ÊŞKENCEYÊ YE

Metna bangawaziya li CPT a bi navê 'Platforma ji bo Abdullah Ocalan' bi vî rengî ye:

"Em; siyasetmedar, sendîkavan, komele û akademîsyen, dixwazin bala we Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikişînin û bang li we bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 meh in ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê hiştin. Ji ber vê tecrîda li derveyî qanûn û mirovahiyê, Birêz Ocalan ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran û têkiliya bi derve re bêpar dihêle û di pratîkê de tê wateya windakirinê. Ev yek bi rengekî şênber şêweyekî êşkenceyê ye.

Abdullah Ocalan ê ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye û ev 3 sal in der barê tenduristiya wî de tu agahî nehatin bidestxistin. Heta niha cihê girtina wî jî nayê piştrastkirin. Rewşa wî bandoreke kûr li ser gelek Kurdan dike.

Ji ber vê yekê weke CPT em ji we daxwaz dikin ku bikevin nava tevgerê. Weke CPT maf û berpirsyariya we heye ku Tirkiyeyê jî di nav de hemû girtîgehên dewletên peymana we îmze kirine ziyaret bikin. Ev yek derfetê dide we ku hûn ekîba xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Dewleta Tirk mecbûr e ku bêsînor rê bide we. Derfeta we heye ku hûn biçin girtîgeha ku birêz Ocalan lê girtî ye û bi serbestî têkilî pê re deynin. Divê destûr bê dayîn ku hûn bi wî re hevdîtinê pêk bînin.

Wek CPT daxwaziya me ji we ew e ku li gorî xala 3’yemîn a Destûra Konseya Ewropayê tevbigerin: 'Her endamekî Konseya Ewropayê rêgeza serweriya hiqûqê û di çarçoveya sînorê peywirê de qebûl dikin ku her kes ji mafên mirovan û azadiyê sûdê bigirin'. Birêz Ocalan, hemwelatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî û bi taybetî jî sê sal in ji mafê hevdîtina parêzeran an jî malbatê bêpar hatiye hiştin.

Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dawî li astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran bîne. Ji bo ku Tirkiye erkên xwe yên weke endamekî Konseya Ewropayê bi temamî bi cih bîne, gaveke wiha jiyanî ye. Ev ê bibe alîkar ku pirsgirêka mafên mirovan a giran çareser bibe û fikarên bi mîlyonan Kurdan çareser bike. Her wiha dikare ruhê lihevkirinê yê ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê zindî bike."

Di nameyê de hêvî û bendewarî hate kirin ku ev bang ji dil û bi lezgînî bê nirxandin.

Kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:

Fabien Roussel, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê. Endamê Parlamentê

Olivier Faure, Sekreterê Yekemîn ê Partiya Sosyalîst, Endamê Parlamentê.

Anne Stambach-Terrenoir, Hevseroka Koma GUE ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê.

Éric COQUEREL, Parlamenterê LFI-NUPES, Serokê KOmîteya Fînans a Meclîsa Neteweyî.

Frédéric MATHIEU, Parlamenterê LFI-NUPES Ille-et-Vilaine, Hevserokê Koma Kar a Kurd a Meclîsa Neteweyî.

Francis Wurtz, Serokê Rûmetî yê Parlamenta Ewropayê.

Pascal Savoldelli, Senator

Anne Souyris, Senatora Parîsê

Raquel Garrido, LFI-NUPES Parlamenter

Anna Pic, Parlamentera Partiya Sosyalîst

Andy Kerbrat, LFI-NUPES Parlamenter

Hadrien Clouet, LFI-NUPES Parlamenter 

Daniel Salmon, Ille-et-Vilaine Senator

Monique De Marco, Gironde Senator

Guy Benarroche, Bouches-du-Rhône Senator

Danielle Simonnet, LFI-NUPES Parlamenter

Dylan Boutiflat, Sekreterê Navneteweyî yê PS

Emmanuel Fernandes, LFI-NUPES Parlamenter

Jerome Gleize, EELV

Grégory Blanc, Maine-et-Loire Senator

Raymonde Poncet Monge, Rhône Senator

Raphaëlle Primet, Seroka Koma Welatî û Komunîst- Şaredariya Parîsê

Joël Dutto, Endamê Konseya Giştî ya Rûmetê ya PCF, Bouche du Rhône 

Dominique Sopo, Serokê SOS Racisme

François Sauterey, Hevserokê MRAP

Pascal Torre, Profeserê Zanîngehê, Hevserokê Fransa-Kurdistan

Ara Toranian, Hevserokê Konseya Neteweyî ya Konseyên Rêxistinên Ermen ên li Fransayê (CCAF). 

Şahin Polat, Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F)

Berivan Firat, Bedevka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F)

Khaled Issa, AANES

Jacques Taraf, CGT

Maison du Tamil Eelam (Navenda Parastina Mafên Gelê Tamîlê)

Carol Mann, Sosyolog û Serokê FemAid

Renée Le Mignot, Serokê Rûmetê yê MRAP

François Devedjian, Parêzer

Jean-Christophe Martin, Parêzer

David Abide, Parêzer

Chris den hond, Rojnamevan OrientXXI

Maryam Madjidi, Nivîskar

Rosa Moussaoui, Rojnamevan

Pierre Barbancey, Nûçegihanê Mezin-Rojname

Margot Barios, Nivîskar

Nils Andersson, Weşangerê Berê

Jeanne Delfour, Nivîskar

Marcel Doru, Nivîskar

Marc Walfrom, Rojnamevan

Joseph Andras, Nivîskar

Mylene Salon, Derhênera Fîlm

Philippe Petit, Rojnamevan

Julien Conge, Rojnamevan

Gérard Mordillat, Nivîskar

Chowra Makaremi, Antropolog

Marie Lière, Antropolog 

Léa Verrier, Sosyolog 

Jean-Louis Gavin, Sosyolog 

Geneviève Garrigos, Encama Meclîsa Parîsê

Rachida Brakni, Lîstikvan, Derhêner

Bernard Henri, Antropolog 

Îbrahim Seydo Aydoğan, Hîndekarê perwerdeyê, zimanzan.

Maxime Devant, Sosyolog 

Louis Bartant, Sosyolog