Fransa: Trump bi axaftina xwe pihînek li Ewropayê xist!

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sébastien Lecornu bal kişand ser axaftina Donald Trump a di dema dewrgirtina wezîfeya xwe de û got, “Trump bi axaftina xwe pihînek li Ewropayê xist.”

Wezîrê Fransî ji radyoya France Inter re axivî. Wezîr bal kişand ser axaftina Donald Trump a di dema destpêkirina wezîfeya xwe de kirî û got, “Trump bi axaftina xwe pihînek li paytextên Ewropayê xist.”

Lecornu got, “Gotinên bêrehm ên serok, dibe ku di dawiyê de li welatên Ewropayê şok û hişyariyekê çêbike. Bi dehan salan, hewldan hebû ku em xwe di bin sîwana nukleer a Emerîkayê de bi cih bikin.”

Sébastien Lecornu car din bang li paytextên Ewropayê kir ku pîşesaziya xwe ya parastinê pêş bixin û got, “Xwesteka hîn zêdetir kirîna çekan ji DYE’yê, şaştiyeke dîrokî ye.”

Lecornu ev tişt jî got, “Em ê ewlehiya xwe nedin bi hamburger û wesayîtên Elman.”