BI DÎMEN

Festîvala Jinê ya Zîlan: Jiyana nû ava dikin

Berdevka YJK-E Kezban Dogan di Festîvala Jinê ya Zîlan de axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd li cîhanê bilind dibe, rengê xwe ji felsefeya Abdullah Ocalan digire û wiha got: “Em êdî jiyaneke nû ava dikin.”

18’EMÎN FESTÎVALA JINÊ YA ZÎLAN

Festîvala Jinê ya Zîlan ku ji aliyê jinên Kurd ên li Ewropa û Elmanyayê ve tê organîzekirin, li bajarê Dûîsbûrgê bi tevlîbûna bi hezaran kesan didome.

Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê (YJK-E) ve bi şîara “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê” hat lidarxistin, diyarî jinên pêşêng ên ku di meha Hezîranê de di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê şehîd bûne, hate kirin.

Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên Kurd ber bi qada festîvalê ve herikîn, gelek caran dirûşme berzkirin û tililî avêtin. Dîka festîvalê bi wêneyên kadroyên jin ên pêşeng ên PKK’ê hate xemilandin û qad tijî bû. Gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Bernameya muzîkê ya 18’emîn Festîvala Jinê ya Zîlan piştî ku ji aliyê koroya Zarokên Rojê ve sirûda Ey Raqîp hate xwendin û deqeyek rêz hat girtin destpê kir. Piştre bername bi stranên koroya Zarokên Rojê berdewam kir.

BERDEVKÊ YJK-E: JIYANA NÛ AVA DIKIN

Berdevka YJK-E Kezban Dogan di Festîvala Jinê ya Zîlan de axivî. Kezban Dogan diyar kir ku Festîvala Jinê ya Zîlan ne tenê festîvaleke siyasî û çandî ye, di heman demê de weke parçeyeke ji pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê berxwedamkirin, hatiye lidarxistin.

Kezban Dogan diyar kir ku têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd li cîhanê bilind dibe, rengê xwe ji felsefeya Abdullah Ocalan digire û got ku jiyaneke nû ku jinên Kurd pêşengî dikin, wê bê avakirin.

Piştî axaftina Dogan festîval bi muzîk û konsera arbane ya Koma Kewana Zêrîn û konsera dengbêjiyê berdewam kir. Di festîvalê de hunermend Suna Salan û koma dansê ya jinên Afgan derket ser dikê.

Di festîvalê de aktîvîsta Belûç Safiz Manzoor axivî. Manzoor di axaftina xwe de qala têkoşîna jinan a ji bo azadiya Belûçîstanê kir. Manzoor anî ziman ku têkoşîna ku di pêşengiya Têkoşîna Azadiya Kurd de tê meşandin, ji bo gelek gelan çavkaniya îlham û hêviyê ye.