Festîvala Dersimê wê li Frankfurtê bê lidarxistin

13’emîn Festîvala Çandê ya Dersimê wê di 26'ê Gulanê de li Frankfurtê bi dirûşma 'Piştevanî wê bide jiyîn’ dest pê bike. Ji bo festîvalê banga tevlîbûnê hat kirin. Dahata festîvalê wê ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.

13’emîn Festîvala Çandê ya Dersimê wê di navbera 26-27'ê Gulanê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin. Festîvala ku dê li Frankfurtê Rebstockpark bê lidarxistin wê 2 rojan bidome. Di roja ewil a festîvala ku dê roja Înê dest pê bike de wê panêla bi sernavê ‘Bila Komara Tirk Qirkirinan Qebûl bike! Guherîna Demokrafîk Rawestîne’ bê lidar xistin. Moderatoriya panelê dê Sevda Guney bike û Endamê Komîteya Jineolojiyê Haskar Kırmızıgul, Nivîskar Turabî Saltik û Lêkolîner Îmam Canpolat wek axaftvan beşdar bibin. Êvarê jî bi beşdariya Dayê Dîdar û Pîr Huseyîn Yagmur erkana cem dê bê avakirin.

PANEL, STRAN, PÊŞANGEH Û ZAROK...

Roja duyemîn a festîvalê wê dîsa bi panelekê dest pê bike. Lêkolîner Nezahat Gundogan a bi belgefîlmên wekî "Du baqê por" û "Keçên winda yên Dersimê" tê naskirin, ji Tevgera Jinên Kurd Besîme Konca û Perwerdekar Încî Kaya beşdarî panela "Jin, zarok û bawerî" a ku moderatoriya wê Hulya Şîmşek dike. Navê kesên ku wê tevlî bernameya sehneyê ku saet di 13.00’an de wê bi gulbangê dest pê bike ev in: “Parlementerên Partiya Çepên Kesk, Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê Ozkan Tacar, Hevserokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Huseyîn Mat, Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Serokê Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Ewropayê ya Dersimê Muharrem Erdogan, Hevseroka Kongreya Avakirina Dersimê Hulya Yer, Nûnerên Cemaeta Ermenî, parlamenterên federal ên Elman û Şaredarê Frankfurtê.”

Di festîvalê de wê gelek hunermend jî derkevin ser dikê. Ayfer Dûzdaş, Ferhat Tunç, Huriye Ahuzar, Grup Munzur, Ozan Rencber, Leyla Soysûren, Hasan Saglam, Ozan Serdar, Qîrîna Hêviyê( Umuda Haykırış) û Arêyê Kay dê derkevin ser dikê.

Wênesaz Serpîl Odabaşi jî dê di festîvalê de berhemên xwe yên li ser çewisandin, komkujî û serhildana li ser kurdan nîşan bide. Her wiha dê gelek nivîskar û lêkolîner li konê ku dê bê vekirin bi xwendevanên xwe re bên cem hev. Daweta Dersimê ku her sal tê lidar xistin îsal ji ber erdheja li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê nayê lidarxistin. Dahata festîvalê dê ji mexdûrên erdhejê re bên şandin. Di festîvalê de wek her sal zarok nehatin jibîrkirin. Hat diyarkirin ku di Festîvala Çandê ya Dersimê de ekîba spor û anîmasyonê ya OutdoorKids ji bo zarokan qadeke taybet heye.

'EM TEVLÎBÛNEKE XURT DIXWAZIN'

Têkildarî festîvalê Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ji ajansa me re axivî û banga tevlîbûnê li hemû Dersimiyan û dostên Dersimê kir. Çelîk got, “Hemû amadekariyên 13’emîn Festîvala Çandê ya Dersimê ya ku tê plankirin di navbera 26-27’ê Gulanê de li Frankfûrtê bê lidarxistin, bi dawî bûne. Pêwîstiyên teknîkî yên festîvalê hatin bicihanîn, siyasetmedar, hunermend û çalakiyên çandî û olî hatin lidarxistin û em dixwazin bi beşdariyeke xurt bibin dengê welat. Wesayîtên veguhestina taybet û giştî hatine saz kirin da ku hatina kesên ku dixwazin ji dûr ve werin festîvalê hêsan bikin, ku em li bendê ne ku beşdariyek xurt were kirin. Ger bi Komeleyên me re têkilî daynin dê di çûnûhatinê de bibin alîkar.”

Çelîk, anî ziman ku dahata festîvalê dê ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.