Ji bo ji fermandarên pêşeng ê PKK’ê ku 28’ê Adara 1986’an şehîd bûyî û fermandarê pêngava 15’ê Tebaxê Mehsûm Korkmaz, li Kasselê civînek a bîranînê hate lidarxistin.
Di civîna ku Meclisa Gel a Kasselê li Navenda Çanda Kurd lidar xistî de, di kesayeta fermandar Egîd de şehîdên Hefteya Qehremantiyê bi bîr anîn.
Di bîranînê de, sînevîzyoneke ku jiyana fermandar Egîd û rêhevalên wî vedibêje hate pêşandan. Di civînê de axaftin di derbarê şehîdên Hefteya Qehremantî ya navbera 21-28’ê Adarê mohra xwe li dîroka Tevgera Azadiya Kurd dayîn de, hatin kirin.