FEDA’yê qetlîama li Meram a Konyayê şermezar kir

FEDA’yê têkildarê êrîşa faşîst ya li Meram a Konyayê daxuyaniyek da û got; “Weke li Madimakê, yên malbata 7 kesî qetilkirinî weke ku kîn û agir ji wan bibare agir bi malê xistin û piştre dirûşmeyên nijadperest qêriyane.”

Federasyona Demokratîk ya Elewiyan (FEDA) daxuyaniyek nivîskî da û got, “Hêzên paramîlîter yên dewletê li Meram a Konyayê li hemberî Kurdan qetlîam pêkanîn. Êrîşkarên ku bi êrîşeke çekdarî ji heman malbatê 3 jê jin bi giştî 7 kes qetilkirin, mal dan ber agir û hemû nirxên malbatê hilweşandine û şewitandine.”

FEDA’yê di beşek daxuyaniyê de îşare bi siyasetên nijadperest ên desthilata AKP-MHP’ê kir û diyar kir, “Êdî Tirkiye nikare polîtîkayên dijminatiyê pêş dixe, şerxwaz û nijadperest ên desthilata AKP-MHP’ê rake. Desthilatdariya ku bi hişmendiya xwe ya netewperest, olperest û zayendperest ku kesimên civakê ji hev dike û pişta DAÎŞ û Talîbanê digire,  para dikeve ji bo me mezlûman timî xwîn û hêsrên çavan bûye. Desthilatek welê li pêşberî me ye ku li Tirkiya ku birsîtî, hejarî û mirin tê de hewar dike, ji bo ku hebûna xwe ya bi saya desthilatiyên xwe yên mutleq ve bidest xistinî wenda nekin, çavên wan bi qasê ku şerê navxweyî jî di nav de her tişt dabin ber çavên xwe sor bûye.

Bi qasê ked û nanê me, çav berdane jiyana me jî. Xwediyên desthilatdariya ku dibêje ku olê wan û yê Talîbanê yek e, divê baş bê zanîn ku di serî de Elewî, Kurt li hemberî kesimên civakê yên laîk û hawîrdorên Îslama demokratîk û çandî wê di nava amadekariya êrîşên vekirî yên li ser wan de bin. Di van rojan de ku bi sedan şerkerên bi wekalet ên cîhadîst, ocaxên Nijadperest, Alperan û Sadat û yên bi salane bi milyonan çek belavkirinî di tetikê de ne; ji her demê zêdetir pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinbûyî heye. Weke li Madimakê, yên malbata 7 kesî qetilkirinî weke ku kîn û agir ji wan bibare agir bi malê xistin û piştre dirûşmeyên nijadperest qêriyane. Di vê pêvajoyê de ku faşîzm ji vexwarina xwîna mezlûman têr nabe de, em bang li hemû gelên Tirkiyê, Elewiyan, hawîrdorên Îslama demokratîk û çandî û her kesê xwedî wijdan dikin ku li hemberî qetlîam û şer bi hevre têbikoşin.”

FEDA’yê bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe tîne: “Li hemberî yên îro jiyanê ji bo me dikin jehr, em dibêjin ku îro roja piştewaniyê ye!

Bi hevgirtin, hevparbûn û zêdekirina heskirinê ve em dikarin bi hevre vê zilmê bidin sekinandin!”