FEDA: Li dijî zilma zaliman bibin yek

FEDA ya ku desteserkirina şardariyên HDP’ê ya ji aliyê AKP’ê ve û êrîşên li ser DED’ê şermezar kir got: “Dixwazin vê yekîtiya hêzê ya ku di hilbijartinên xwecihî de encam girt, parçe û belav biki, dixwazin bi DAD’ê zextê li hemû Elewiyan bike.”

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) a daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê tê birêvebirin her roja diçe kiyarên nû li xwe zêde dike û didome.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Terora dewletê bê ku sînoran nas bike, li dijî vîna gel a hatî hibijartin, li dijî vîna gel sûc dike û didomîne. Bi sedan kes bê ku sûcekî wan hebe tên girtin û hêzên çewîk êrîşî bi hezaran kesî dike. Bi vê yekê di serî de li Amed û hemû Kurdistanê bi êrîşên qirker, operasyonên qirkirina siyasî û sûc dikin.

Li aliyê din girtina nûnerên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), bi ser malên wan de girtin û malên wan serûbinkirin û li ser çapemeniyê krîmînalîzekirina wan, dixwazin di serî de xebatkarên DAD’ê yên li Dersim, Enqere û deverên din demxeya ‘terorê’ li ser danin û bigirin.

Dixwazin vê yekîtiya hêzê ya ku di hilbijartinên xwecihî de encam girt, parçe belav bikin û dixwazin di ruhê DAD’ê de dixwaze zextê li hemû Elewiyan bike. Dibêjin; ‘An hûnê serî li ber yezîd bitewînin an biçin girtîgehan.’

Em FEDA di serî de bang li hemû bira, dost, saziyên Elewî, hemû saziyên bawerî û dezgeh, yên tên cihêkirin; roj roja li dijî zilma zaliman bûna yek, roja xwedîderketina li berxwedan, roja xwedî li vîna demokratîk a gelan û Elewiyan derketinê ye. Ya îro li DAD’ê bê kirin wê sibe li hemû Elewiyan bê kirin, ya îro li Amed û bajarên din hatin kirin wê sibe li Îzmîr, Stenbolê jî bê kirin.”