FEDA: Dem dema xwedîderketina li zimanê dayikê ye
Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) bi boneya 21’ê Adarê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Dem dema xwedîderketina li izmanê dayika xwe ne.”
Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) bi boneya 21’ê Adarê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Dem dema xwedîderketina li izmanê dayika xwe ne.”
FEDA destnîşan kir ku zimanê Kurdî û zaravayên wê Dimilkî/Kurmanckî û Kurmancî bi hezaran sal in zimanên qedîm in û hene.
FEDA’yê got: “Ziman nebe, mirov nabe. Nirxên çandî û bawerî nabe. Zimanê dayikê yê me yê qedîm ê vê erdnîgariyê zimanê pîroziyên me gulben, hewar û heskiriyê ye.
Divê di serî de ji ferdê civakê yê asayî bigire heta saziyan hemû bi zimanê dayikê baxivin, bi zimanê dayikê dibistan bê vekirin, şertên perwerdehiyê bên avakirin. Dem dema xwedîderketina li zimanê dayikê ye.”