FDP: Êrîşên dewleta Tirk nayên qebûlkirin

Berdevkê Karên Derve ya FDP’ê ya ku ew jî şirîkê hikumetê ye, Ulrich Lechte êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava şermezar kir û got, "Divê bi lezgîn ev êrîş bên lêkolînkirin."

Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Mijdara 2022’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrieyê êrîş dabû destpêkirin. Di qada navneteweyî de ev êrîş tên şermezarkirin. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nancy Faeser ku ji partiya SPD’ê ye û piştgiriyê dide desthilatdariya AKP û MHP’ê, xwedî li êrîşan derketibû.

Berdevkê Karê Derve yê FDP’ê yê li Meclîsa Federal Ulrîch Lechte diyar kir ku ev êrîşên li ser herêmên Kurdan nayê qebûlkirin.

Lechte diyar kir ji ber têkbirina çeteyên DAIŞ'ê ew spasiya gelê Kurd dikinû got “Divê êrîşên dawî yên dewleta Tirk bi lezgînî bên lêkolînkirin.” Lechte, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal paralelî êrîşên ku Îran û Tirkiye dikin got “Ji bo dawî li êrîşên li dijî Kurdan bê divê em niha bikevin nava liv û tevgerê."

Berdevkê Karên Derve yê Partiya Çep Gregor Gysî li ser hesabê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundir Feyser da. Gysî bal kişand ku Tirkiye şerê xweparastinê nekiriye û destnîşan kir ku di vê mijarê de biryara Neteweyên Yekbûyî nîne. Gysî, anî ziman ku endamekî NATO'yê li dijî hiqûqa navneteweyî şer kiriye û got, "Berevajî Wezîrê Karên Hundir, ev şer bi rengekî bênavber diqewime û her roj kesên sivîl tên kuştin.”

Hevserokê Partiya Keskan Omîd Nûrîpûr û şirîkê din ê hikûmeta serdema serokwezîr Olaf Scholz, Claudia Roth ê ku Wezîrê Çandê û Berdevkê Karên Derve yê SPD'ê Michael Roth bersiv nedan pirsên ku çapemeniya Kurd têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji wan kiribû.

Di civîna çapemeniyê ya roja Duşemê de Berdevkê Wezareta Karên Derve Christopher Burger bang li Tirkiyeyê kir ku "bi rêgez tevbigere û rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire."