Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

FCDK-KAWA, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir

FCDK-KAWA, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê ya 25’ê Hezîranê kir û got: "Dem dema têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê li her qadê ye."

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Elmanyayê (FCDK-KAWA) bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir û got: “Planê dagirkirina axa Kurdistanê û qetilkirina gelê Kurd ji berê heta bi niha berdewam bûye.“

'LI HER QADÊ ROJA ŞER E'

FCDK-KAWA anî ziman ku ev planê qirkirinê ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê ku xesp kiriye; bi çek û teqemeniyên kîmyewî, bi kirina sûcên şer bi hesabnekirina bi tu tiştî ya polîtîkayên navneteweyî, bi pey tunekirina destkeftiyên Kurdan li Rojava û Ewropayê ketiye. FCDK-KAWA destnîşan kir ku ev planên qirkirina Kurdan bi temamî dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de FCDK-KAWA diyar kir ku divê hemû Kurdên dibin şirîkê vî planê qirêjî bila baş bizanin ku ev şerê qirêj ê dewleta Tirk a qirker ne bi tenê li dijî Kurdên li ber xwe didin lê li dijî hemû gelê Kurd e.“

FCDK-KAWA derbirî ku roj roja rabûna li ber şerê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li her qadê ye û wiha got: “ Roj ne roja xwe kerkirinê ye. Roj roja rakirina ji holê ya faşîstan e.

Banga me li gelê me ew e ku li ber vê dagirkeriya bi nemerdî û planê qirkirinê rabe û parastina axa Kurdistanê û egîdên xwe yên şervan bike. Em hemû gelê xwe yê Kurd û dostên gelê Kurd vedixwînin meş û mîtînga navendî ya wê 25’ê Hezîranê li Dusseldorfê were kirin.“