Eyaleta NRW ji bo Efrînê meşiya
Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê, bi meş û mitînga ku YJK-E NRW’ê organîze kirî, qetlîam û qirkirina jinan a li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin, tê protesto kirin.
Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê, bi meş û mitînga ku YJK-E NRW’ê organîze kirî, qetlîam û qirkirina jinan a li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin, tê protesto kirin.
Nêzî hezar Kurdistaniyên ku ji bajarên cuda yên eyaleta NRW’ê hatîn tevlî meşa ku seat 14:00’an li ber DGB Haûsê destpê kirî bûn. Di tevahiya meşa ku hetanî Cornelîûsplatzê dom kirî de, di derbarê dagirkirina Efrînê de belavokên ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê kirî vedibêje hate belavkirin.
HEVSEROKA PYD’Ê HISO: EFRÎN ÇAVKANIYA ME YE
Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso berî ku meş dest pê bike bi rêya telefonê axaftinek kir.
Hiso got “Em ji welat gelê xwe yê ji bo Efrînê daketîn qadan silav dikin. Dewleta Tirk ev sê sale dixwaze ruhê Efrînê tarî bike. Lê em vê dibêjin, Efrîn bi hebûn, berxwedan, cografî û nasnameyên jinên berxwedêr zindî ye. Em weke Rojava hêz û moralê xwe ji gelê xwe yê berxwedêr digirin. Em ê ji bo Efrînê her tim li ser lingan bin. Efrîn çavkaniya me ye.”
HEVSEROKÊ KCDK-E’YÊ KOÇ: EFRÎN RÛMETA KURDISTANÊ YE
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ku tevlî meşê bû di axaftina xwe de got, “Ez bi ruhê berxwedanê we hemûyan silav dikim. Hemû gelê Kurd ê li Ewropayê bidirûşma “Ji dagirkeriyê re na, ji qirkirina jinê re na” daketine qadan. Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizanibe ku gelê Kurd li her derê Efrînê diparêze. Efrîn rûmeta Kurdistanê ye.”
KONCA: WÊ TOLA JINÊN LI EFRÎNÊ BÊ HILDAN
Aktîvîsta TJK-E’yê Besîme Konca jî di kesayeta Barîn Efrîn, Hevrîn Xelef û Sakîne Cansiz de hemû şehîd silav kir û wiha got; “Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Efrîn dilê Kurdistanê ye. Em tevgera jinan di kesayeta gelê Efrînê de, gelê berxwedêr ê Şehba, Şengal, Girê Sipî, Serêkaniyê û Bakûrê Kurdistanê silav dikin. Di kesayeta Rêber Apo de berxwedêrên li girtîgehan silav dikin. Em soz didin ku hetanî tola jinên ku li Efrînê hatîn revandin, qetilkirin û tecawûzkirin were hildan wê têkoşîna me dom bike. Hetanî Kurdistaneke ku jin bikaribe di nav de azad bijî neyê avakirin, em ê têkoşîna xwe dom bikin.”
KAPLAN: DEWLETA TIRK LI DIJÎ KESÊN BERXWEDÊR DIJMINATIYÊ DIKE
Endama TJK-E Ayten Kaplan jî li ser dijminahiya dewleta Tirk axivî û got “Çawa ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê gund û bajaran xira dike, mirovên me asîmile dike, bi heman polîtikayê li bajarên Rojava jî dike, li dijî kesên berxwedêr dijminatiyê dike.
WÊ LI DÛSELLDORFÊ JI BO RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULAH OCALAN ÇALAKÎ WERE KIRIN
Di navbera 22-27’ê Sibatê de li bajarê Dûsseldorfê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê çalakiyên rûniştinê û miting bê lidarxistin.
Bernama çalakiyên ku her roj di navbera 12.00-17.00 de were kirin wiha ye:
22’ê Sibatê Duşem
Axaftvan: Engîn Sever, Nûrsel Aydogan
Hunermend: Seyîtxan, Cevat Mervanî
Cih: Li ber Parlementoya Eyaletê
23’ê Sibatê Sêşem
Axaftvan: Besîme Konca
Hunermend: Denîz Deman, Elî Îkîzer, Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Serhat Med
Cih: Corneliusplatz
24’ê Sibatê Çarşem
Hunermend: Bengî Agirî, Hozan Nawdar, Selhat Gimgim
Cih: Friedrich-Ebert- Straße 34-38(DGB Haus)
25’ê Sibatê Pêncşem
Axaftvan: Tûgba Hezer
Hunermend: Xelîl Xemgîn, Memo Yapiştiran, Narînxan
Cih: Stromstraße 24 (WDR TV)
26’ê Sibatê În
Axaftvan: Yıldız Filimci
Hunermend: Memo Gul, Hozan Kawa, Zahir Loran
Cih: Wasserstraße 5 ( CDU)
27’ê Sibatê Şemî
Cih: Li ber Parlementoyê
Çalakiya rûniştina girseyî û mîtîng