Ewropî wê êdî bê destûr nikaribin biçin Qraliyeta Yekbûyî
Ji roja Çarşemê û pê ve, temamiya Ewropiyên dixwazin serdana Qraliyeta Yekbûyî bikin, divê êdî destûra ger û geştê werbigirin.
Ji roja Çarşemê û pê ve, temamiya Ewropiyên dixwazin serdana Qraliyeta Yekbûyî bikin, divê êdî destûra ger û geştê werbigirin.
Ewropiyên ku dixwazin biçin Qraliyeta Yekbûyî, êdî neçar e destûrnameyekê werbigirin ku bi rêya înternetê bi berdêlekî dikare bê peydakirin û tê payin ku buhayê wê meha Nîsanê hîn zêde bibe.
Kesên ku dixwazin serdana Qraliya Yekbûyî bikin, bi rêya bernameya 'UK ETA' divê Destûrnameya Ger û Geştê ya Elektronîk (ETA) werbigirin, ku ji bo du salan derbasdar e. Dema ku nikaribin li ser bernameyê bi dest bixin, dikarin li ser malpera înternetê ya hikumeta Qraliyeta Yekbûyî gov.uk destûrnameyê werbigire.
Li gorî hikumeta Qraliyeta Yekbûyî, ETA weke ESTA ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo xurtikrina ewlehiya sînor e.
Ji roja Çarşemê û pê ve Îrlanda ne di nav de, welatiyên 30 welatên Yekîtiya Ewropayê, neçar in ku bi destûrnameyê bikevin Qraliyeta Yekbûyî. Berdêla wê jî nêzî 12 Euro ye û ji 9'ê Nîsanê û pê ve wê bibe 19 Euro.
Li gorî Wezareta Karên Hundir a Qraliyeta Yekbûyî ev kar kêmî deh deqeyan dewam dike û destûrnameya bi rengekî dîjîtal bi ser pasaportê ve tê kirin, bi giranî di nava çend deqeyan de tê dayin. Lê belê hikumet pêşniyar dike ku ji bo bersivdayinê 3 rojan bisekinin û di rewşeke kêmdîtî de hîn bêhtir kontrol dikare bê kirin. ETA destûrê dide ku mirov heta şeş mehan li Qraliyeta Yekbûyî bimînin.