Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Erdogan ji tirsan li Elmanyayê jî dozê li Kurdan vedike!

Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer bi hinceta ku heqaret li Erdogan kiriye îfade da dadgeha Elman.

Hevserokê KON-MED'ê Tahir Koçer bi îdîaya ku heqaret li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kiriye ev cara 6'an e ku li dadgeha Elmanyayê îfadeyê dide. Dadgehê 10 deqe dom kir.

Koçer got wî li danişîna li Dadgeha Îdarî ya Hannoverê îfade nedaye, dadgeh şermezar kiriye. Koçer diyar kir heta niha 7 doz li ser hatine vekirin û got, ''Dozên wiha dozên ku Erdogan li dijî me vekirine meşrû dikin. Ji ber vê min qebûl nekir ku îfadeyê bidim.''

Koçer ji şandeya dadgehê re got, ''Ez li Elmanyayê fikirên xwe bi çarçoweya azadiyê ya ku yasayên Elmanyayê dane min dibêjim. Heke tiştekî şaş bibêjim divê hûn min darizînin. Çima hûn ji bo Erdogan min didarizînin? Gelo ev dadgeha Erdogan e?''

Şandeyê jî gto ,''Li gorî prosedûrê em ê îfadê bistînin û bişînin Tirkiyê.''

Koçer got ev darizandin ji bo Elmanyayê hetîketî ye û diyar kir Erdogan ji bo ku xwe biparêze dozên wiha vedike, Elmanya jî xizmetê ji vê re dike.

Koçer got, ''Tê gotin li Elmanyayê 8 hezar sîxûrên Erdogan hene. MÎT'a Tirk bi rehetî li Elmanyayê jî dixebite. Elmanya divê b rengekî cidî li ser vê mijarê bisekin.e Dozên ku li me vedikin ti aliyê xwe yê hiqûqî nîne. Divê bilez ev rewş ji holê rabe.''