Endamên TJK-E’yê: Heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurd azad nabe

Li Strasboûrgê endamên TJK-E’yê Nobeta Azadiyê ku dikeve sala xwe ya 11’emîn dewr girtin û destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê wateya azadiya gelê Kurd.

Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî di dîroka 25’ê Hezîranê 2012’an de, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser, li bajarê Strasboûrg a Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobeta Azadiyê ket sala xwe ya 11’emîn.

Çalakiya ku her hefteyê ji aliyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 524’emîn de dewam dike. Endamên Tevgera jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di hefteya nû ya çalakiyê de, çalakî dewr girtin.

Sadiye Karataş, Xanim Ateş, Fahriye Engîn û Fatma Yalî di komê de cih digrin.

Li ser navê komê Sadiya Karataş axivî. Karataş bi gotina “Demek dirêje em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin” bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Karataş da zanîn ku ew ê weke jin heta dawiyê vê nobetê dewam bikin û got: “Heta ku Rêberê me azad nebe jin azad nabe, heta ku Rêberê me azad nebe gelê Kurd azad nabe.”

Karataş gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedanek dîrokî nîşan didin silav kir û got “Bijî berxwedana gerîla” û bi dirûşmeya “Bimre xiyanet” bal kişande ser xiyaneta ku bi hevkariya PDK’ê pêş dikeve.

Gelê Kurd û dostên wan di Nobeta Azadiyê ku di sala xwe ya 11’emîn de li cihê ku saziyên Ewropa (AK,AP, AÎHM Û CPT) tên ba hev dewam dike de, ji gelên Ewropa re li aliyekê behsa sûcê mirovahiyê tecrîdê û li aliyê din jî behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ekolojîk, wekheviya zayendî, azadiya jinê, wekheviyê” esas digire dikin. Çalakiya nobetê her sibehê seet 07:30’ê destpê dike û piştî nîvro saet 16:30’ê bi dawî dibe.

Di çalakiyê ku hat diyar kirin tecrîd sûcê mirovahiyê ye de, her wiha bang li saziyên Ewropa hat kirin da ku erkê xwe bi cih bînin. Dîsan bang li welatên Ewropayê hat kirin ku bila gotina ku ew “Demokrasî û mafên mirovan” esas digrin, nekin qurbanê berjewendiyên aborî yên bi dewleta Tirk a dagirker re.