Endama PE’yê Bjork: Ez ê li CPT’yê şopdarê mijarê bim

Endama Parlamentoya Ewroyê Malîn Bjork ê Swêdî ku çûyî serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, berpirsyariya CPT’ê ya li hemberî tecrîdê bi bîr xist û diyar kir ku wê şopdarê mijarê be. 

Endama Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Swêdî û wekîla Partiya Çep (Vansterpartiet-V) a Swêdê Malin Bjork, roja Çarşemê çû serdana berxwedêrên Strasbourgê. 

Bjork, bi Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç re hevdîtin pêk anî û hem di derbarê tenduristiya berxwedêran de agahî girt, hem jî piştgiriya xwe diyar kir. 

Malîn Bjork, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev cara duyem e diçe serdana berxwedêran û got, “Ev çalakî ji bo sazkirina demokrasî, mafê mirovan û aştiyê ye û berxwdêran ji bo pêkanîna van rêbazeke gelek metîrsîdar ji bo xwe bijartine û rewşa niha tê de gelek krîtîk e.” 

ENCAMÊN HDP BIGIRE JI BO AŞTIYA GELAN BIBE ENCAMEKE BAŞ

Bjork diyar kir ku roja yekşemê hilbijartinên xwecihî li Tirkiye û Kurdistanê pêk tên û serkeftina HDP’ê ya di vê hilbijartinê de gelek girîng dibînin û diyar kir ku serkeftina HDP’ê, wê pêşî li aştî û demokrasiya gelan veke. 

PIŞTGIRIYA JI BO ÇALAKIYA LI BER PE’YÊ

Malîn Bjork çalakiya ku li pêşiya PE’yê bi tevlîbûna sedan kesan didome jî silav kir û got, “Têkoşîna Kurdan a ji bo aştî û demokrasiyê, ji bo tevahiya gelên herêm ye.” 

WÊ LI CPT’YÊ ŞOPDARÊ MIJARÊ BE

Bjork, bi bîr xist ku bi wesîleya rûniştina meha Sibatê ya PE’yê bi rayedarên CPT’yê re hevdîtin kiriye û got ku CPT jî di ferqa mezinbûna zext û berpirsyariyên xwe de ye.
Bjork bal kişand ser mezinbûna berpirsiyariya CPT’yê ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û diyar kir ku wê bibe şopdarê mijarê.