Encamnameya Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê hate eşkerekirin

Kongreya 2'yan a Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê piştî heft rojan bi dawî bû. Dawiya kongreyê de encamnameya kongreyê hate xwendin.

Kongreya 2'yan a Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya ku di 7’ê Çile 2022’an de destpêkirbû duh êvarî bi duh êvarî. Kongre di kesayeta Şehîd Sara, Sînanê Sor, Anter Dersim, Amara Şerîf û Şîlan Goyî de diyarî hemû şehîdên berxwedana Bazên Zagros û Cenga Xabûrê hat kirin.

Piştî hilbijartinan, encamnameya kongreyê ji aliyê Hevserokê berê yê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî kaçan ve hate xwendin.

Encamname wihaye:

“Em di pêvajoyek dîrokî û girîng re derbas dibîn. Li ser têkoşîna me ya azadiyê û gelê me yê azadîxwaz bi plan û konseptek berfireh êrişên di ti pîvan û zagonên mirovahîde neyîn tên pêkanîn. Li dijî şervan û gelê me li pêş çavê cîhanê rojane êrişên pir hovane û dijwar tên tînin. Herwiha li gorî zagonên navnetewî û zagonên mirovahiya pêşverû li dijî gelê me, keç û xortên wî yên têkoşer sûcên dij mirovahî tên jiyan kirin û hêzên desthilatdar ji sedema berjewendiyên xwe di bin şirîkê van qirkirin û komkujiyan. Weke parçeyek ji doza azadiyê, gelê wargeha Ş.Rûstem Cûdî em jî dibin armanca van êrişên hovane, herwiha me jî para xwe ji van êrişên dij mirovî girtiye. Rûxmê statûya me ya siyasî heye, em di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de dijîn û dewleta Iraqê bi fermî di alî nasnameya siyasî de li gorî zagonên xwe mafê me naskiriye jî, di çarçoveya dijminahiya gelê Kurd de em ji di bîn hedefa dewleta faşîst ya Tirk û hevkarê wê PDK, hem canî hem ji maddî bedelan didîn. Di bin vê polîtikaya parçekirin û belavkirinê, zext, rêgirî, çewisandin û êrişên hewayî de gelê me di sîstema xwe ya jiyana bi rûmet de herdem bi vîn û baweriyek xûrt têkoşîn daye meşandin û helwesta xwe nîşan daye. Di jiyana 27 sal a penaberî de rûxmê hemû zorî, zehmetî, şerê taybet, gelê me di çarçûveya mafên xwe yên rewa de li berxwe daye, xwe bi rêxistin kiriye, di sîstema xwe ya bi xwe rêvebirinê de bi biryardarî tevgeriyaye, ji xwedî derketina rêbertiya xwe û şehîdên xwe gav şûnde ne avêtiye.

Li ser vê bingehê;

Ji bo ji demê re bibin bersiv, xwe li gorî wê berçavan re derbaz bikin, bi cih anîna erk û berpirsyariyên beramberê gel û dozê di navbera dîroka 07-13 ya meha Çile 2022'an li Wargeha Ş.Rûstem Cûdî gelê wargehê bi biryardarî û bi şîara “Bi Rihê Berxwedana Werxelê Têkoşînê Bilind Bikîn Statuya Kurdistan û Azadiya Rêber APO Ya Fîzîkî Mîsoger Bikîn” bi tevlîbûna 450 delegeyan Kongreya xwe ya 2'an bi serkeftî li darxist û encam kir.

Di Kongreya Duyan de, di serî de tecrîda li ser Rêbertî, pêşketinên siyasî, rewşa gelê Kurd, têkoşîna azadiyê, konsepta dijmin û beramberê vê erk û berpirsyariyên me bi berfirehî hatin hatin nirxandin. Raporên kar û xebatan bi giştî hatin xwendin, xebatên dû salan hatin nirxandin. Di çarçûveya nasnameya gelê wargehê de li dijî plan û lîstikên dewleta Tirk û hevalbendên wê erk û berpirsyariyên demê, xwedî derketina li nirxên bi xwîna şehîdan hatîn b destxistin, pêşxistin û pêşdebirina Komun û Meclîsan, ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî rol û mîsyonê gelê wargehê nîqaş û nirxandinên sereke yên kongreyê bûn. Nava herdû salên derbasbûyî de di tevayî xebatên civakî, aborî, ekoloji, jin, ciwan, hunerî, dîplomasî, perwerde, tendûristî û hwd. de ji bo aliyên kêm mayîn werin derbaskirin, aliyên lewaz û nebes werin temamkirin herwiha ji bo ji pirsgirêkên gelê wargehê re çareseriyên gûncaw werin peyda kirin nêrîn û pêşniyarên pêwîst hatin ziman, bername û projeyên pêwîst hatin pêşxistin. Ji bo ji hewcedariya derve rizgarbûn, pûçkirina planên belavkirina wargehê yên Dewleta Tirk û PDK, herwiha çav lê girtina Neteweyên Yekbûyî û piştgiriya dewleta Iraqê, biryardariya pêşxistina çalekiyên demokratîk, hewldanên dîplomatîk, di qada herêmî û navnetewî de bi destxistina piştgiriya pêwîst hat nirxandin. Beşdar û delegeyên kongrê bi yek rêzî û bi vîna em penaberên bakûrê Kurdistan penaberên siyasîne, ji bo jiyanek bi rûmet em ketine meşa azadiyê ya dirêj, heya statuya Kurdistan û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger nebe, wê têkoşîna xwe bidomênin, li doza pakrewanên xwe xwedî derbikevin, ji nirxên xwe yên pîroz gav şûnde ne avêjin nêzîkatî hat raber kirin.

Kongreya 2'yan a Gel, bi guherîn û veguherînên pêwîst, hevpeymana xwe ya civakî li ber çavan re derbas kir, pêşnûme biryarên bingehîn pejirand, bi diyarkirina hevserokên Rêveberiya Meclîsa Gel, hevserokên Dîwana Meclîsa Gel, li gorî beşan hilbijartina desteyên pêwîst, herwiha bi sond xwarina Meclîsa Gel a Demokratîk a nû kongreya xwe bi encam kir.

Em delegasyona kongreyê di serî de kongreya xwe li Rêber Apo, şehîdên dozê, berxwedanvanên zîndanan, şervanên azadiyê, gelê Kurd yê bi rûmet, dost û dilsozên gelê Kurd, tevayî derdorên demokrat û azadîxwaz pîroz dikîn. Bi rêzdarî û bi minnet tevayî şehîdên gelê Kurd yên jibo jiyanek azad canê xwe feda kirîn bi bîrtînîn, bejna xwe li ber lehengî û qehremaniya wan di tewênîn. Bi hêviya azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û statuya Kurdistanek azad em kongreya xwe diyarî rêheval Sînanê Sor,Anter Dersim, Amara Şerîf, Şîlan Goyî, berxwedana Bazên Zagros û Cenga Xabûrê dikîn.

Kongre bi dirûşeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.